Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyên Werzişî, Ebdilmejîd Berekat, raporeke hûr û kûr li ser karên ofîsê bi dirêjiya sala bûrî li pêşiya Desteya Giştî di xola 57emîn de pêşkêş kir, û têde li ser destkeftên di warê werzişî û yê sendîkayî de axivî, û behsa astengî û dijwariyên rastî ofîsê hatine kir.
Û Berekat diyar kir ku bizava ofîsê bo pêşdebirina werzişê di pêşbirkên xwecihî û herêmî de berdewam e, daku rê û jîngeheke guncav bo werzişa Sûrî ya azad li ser asta cîhanî xweş bikin.
Û Berekat bizavên bo avakirina saziyên werzişî dibin eşkere kirin, û li ser domandina avakirina yekîtiyên lîstikên werzişî yên tevahî û yên tekane axivî.
Tê zanîn ku ofîsê serpereştiya qehremanî û çalakiyên werzişî yên ku Komîteya Olompî li deverên rizgarkirî li dar xistine kir, her weha lidarkistina korsgehên rahênanê, û ofîsê li ser warê hişyarkirin û rewşenbîrkirinê di riya semînarên curbecur re kar kir.
Û di aliyê teknîkî de, ofîsê pêwendî û karên hevbeş li gel sendîkeyên azad yên dîtir wek Sendîkaya Parêzeran û ya Mamosteyan kir, ew jî li ser binyada giringiya çarçovekirin û rêxistinkirina karê sendîkayî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî