Hevrêzkarê Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Mihemed Yehya Mektebî, rapora karê ofîsê yê du heyvên bûrî li pêşiya Desteya Giştî di xola 57an de yaku têde çalakiyên ofîsê li curbecur welatên penaberiyê pêk hatine pêşkêş kir.
Û Mektebî anî ziman ku Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanê di heyva bûrî de hejmarek ji civatan lidar xist, û ofîs di şeşê heyva hizêrana bûrî de li gel Saziyên Sûrî-Emrîkî yên li Emrîka kar dikin civiya.
Û Ofîsa Revendan di nav civatan de çalakiyên ku ofîsê li Sûriyê û derveyî Sûriyê derbarê hilbijartinên pêkenokî yên rijêma Esed lidar xistine pê rabûye pêşkêş kir, û tekezî li ser berdewamiya karên amadekirinê bo lidarxistina kongirê Revendên Sûrî li seranserî cîhanê kir.
Û Mektebî li ser civateke dîtir li gel rayedarên saziyên Sûrî-Emrîkî yên li Emrîka kar dikin axivî, û behsa pêwîstiya berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî û dergehên deverên azad re kir, her weha pêwîstiya giringîpêdana doseya Deraa yaku Rûsiya û rijêma tawanbar ew dorpêç kirine, û nahêlin ku pêdawîstiyên jiyanê bigihêjin wê parêzgehê, ew jî dibe sedema xirabbûna rewşa mirovahî li wê parêzgehê.
Û Mektebî tekezî li ser giringiya berdewamiyê di hevrêzkirina helwestan de di navbera Revendên Sûrî li seranserî cîhanê û Hevbendiya Niştimanî de kir, daku sûdê ji karînên berdest ên Revendan bibînin, nemaze di warê pêwendiya li gel saziyên civaka sivîl û komkirina raya giştî bo berjewendiya gelê Sûrî û mafên wî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî