Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civatên xola 57an li Stanbolê herdû rojên 12-13 tîrmeha niha lidar xist.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, xola 57an ya Desteya Giştî yaku bû biryar ku xola xebatkarê koçkirî Uqab Yehya Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî be, bi kêliyeke bêdeng û xwendina fatîheyê li ser giyanî xebatkarê ku ji gerdnê bar kiriye û giyanên pakrewanên şoreşa Sûriyê vekir.
Û Desteya Serokatiyê û ya Siyasî û hemû rêvebirî û ofîs û nûnergehan raporên karê xwe di dema bûrî de û kurtekarên xola serokatiyê di dawiya heyama xwe de li pêşiya endamên Desteya Giştî berçav kirin.
Û Desteya Giştî hilbijartinên Desteya Serokatiyê û ya Siyasî ya nû bi giyanê berpisyarî û demoqrasiyê lidar xist, û têde birêz Salim Elmislit wek Serokê Hevbendiyê, Heysem Rehmê Emîndarê Giştî, û Ebdilehed Istêfo û Ruba Hebûş Cîgirên Serok hatin hilbijartin, her weha 19 Endamên Desteya Siyasî jî hatin hilbijartin.
Û Desteya Giştî rapora Desteya Danûstandinê a Sûrî yaku Serokê wê Enes Elebde pêşkêş kiriye û dawîtirîn pêşketinên siyasî û pêwendiyên di vê warî de gengeşe kir, û karên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê berçav bûn.
Û Desteya Giştî behsa rêya bûyerên siyasî û meydanî di dema bûrî de kir, û giringî da gurkirina leşkerî ya rijêma tawanbar û Rûsiya li ser Bakurê Sûriyê nemaze bajarokên Cebel Elzawiyê li parêzgeha Idlibê, û rêyên rûbirûbûn û vekirina dorpêçkirina ku Rûsiya û rijêm li ser Deraa Elbeled landika şoreşê disepîne, û xirabbûna rewşa mirovahî û kêmbûna keresteyên xwarin û bizîşkiyê bi sedema dorpêçkirinê behis kirin, û Desteyê rewşa derbider û koçberan li kampên Bakurê Sûriyê û rêyên kar bo vegera wan bo gund û bajarokên gundewarê Heleb û Idlibê û dabînkirina xizmetkariyan bo wan gengeşe kirin, û Desteya Giştî behsa rewşa penaberên Sûrî li seranserî cîhanê û pirsgirêkên rastî wan tên li ser asta debara jiyanê û yasayî û gefên bidûrxistinê kir.
Û li ser asta siyasî Desteya Giştî tekezî li ser berdewamiya kar li gel civaka navdewletî ji bo avakirina mîkanîzmên pirosesa sizakirina tawaên cengê yên ji rijêma esed kir, nemaze ku pir berdestên yasayî yên pêkanîna wan tawanan li bal cîhanê tev diçespînin amade ne, û ku rijêma Esed çekên kîmawî dijî sivîlan bikar aniye, her weha doseya Qeyser û kuştina bi hezaran girtî di bin îşkencê de, ta bighîje Tawana vê dawiyê yaku Hevbendiya Niştimanî berî bi çend rojan diyar kiriye, ew jî tawanên Vîktorî ne sebaret bi goristana Til Elnesir li Humsê yaku rijêmê kiriya goristanên komilgehîn yên ku rijêmê tede bêhtir ji bênc hezar pakrewan li gor belgeyên fermî yên ji aliyê rijêmê ve hatine ku wê li wir binax kirine.
Û Desteya Giştî tekezî li ser pêwîstiya miştûmirkirina kar li deverên rizgarkirî û piştgiriya pirogram û çalakiyan bo kartêkerkirina baregeha Hevbendiya Niştimanî têde kir, her weha zêdekirina pêwendiyên li gel çalakî û hêzên gelê Sûrî, û piştgiriya Komîteya Cezîrê û Ferat li gor armanc û pilanên kar yên hatine biryardan, û piştgiriya xelkên me yên di bin desthilata milîsên PYD yên terrorist de dijîn, û tekezî li ser giringiya pêşkêşkirina hemû şêweyên piştgiriyê bo Hikûmeta Sûrî ya Demkî kir, daku wek amûreke cîbicîkar yê Hevbendiyê bi erkê xwe rabe.
Û Desteya Giştî doza girtî û windayên di zîndanên rijêmê û milîsên pêve girêdayî de gengeşe kir, û guhdarî rapora Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Bêserûşûnan kir, yaku rewşa tirajîdî ya derdora rubek melyon ji kesên girtî û winda diyar kiriye, her weha tevgerên Desteya Niştimanî li ser asta saziyên navdewletî û Netewên Yekbûyî bo zêdekirina guhdana navdewletî bi vê doseyê û gihandina dengê girtiyên azadîxwaz bo tevaya cîhanê, û Desteyê rewşa girtiyên di zîndanên milîsên PYDê de û diyardeya kuştina di girtîgehan de ji ber îşkenceyan gengeşe kir, yaku roj bi roj berfireh dibe û tête aşkerekirin, û pêwîstiya rawestandina piştgiriyê ji ser milîsên terrorist û rizgarkirina Rojhilatê Ferêt ji wan û qewtandina endamên wan yên biyanî ji xaka Sûriyê.
Û Desteya Giştî tekezî li ser rêya pirosesa siyasî ya rawestayî ji ber astengiyên rijêma tawanbar û Rûsiya ji aliyekî ve û sistbûna civaka navdewletî û tunabûna mîkanîzmên piratîk û tunebûna xiştekareka demî ya vê pirosesê ji aliyê dî ve kir, û got ku divê liveke cidî ji aliyê dewletên çalak ve bibe, daku veguhestina siyasî li Sûriyê û rizgariya wê ji rijêma tawanbar û milîs û sponserên wê li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî misoger bibe, û gelê sûrî neçar nekin ku hîn bêhtir di zîndan û kamp û li welatên penaberiyê bijîn, gelê ku bi deh salan di vê rewşa xirab de dijî.
Û Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ku dê karê xwe bo pêkanîna xwastekên şoerşa sûrî û hêviyên gelê sûrî di rizgariya ji rijêma tawanbar û pêkanîna azadî û serxwabûnê de bidomîne, û dewleteke sivîl û demoqrasî nûjen bo tevaya welatiyên wê dûrî desthilatdariya mezhebî û malbatî ava bike, her weha dûrî desthilatdariya amûrên mirin û kuştina di bin îşkenceyan de, desthilatdariya rijêma tawanbar yaku gelê sûrî bi dirêjiya 50 salî kiriye bin kontirola xwe.
Dilovanî li giyanî pakrewanan, saxlemî bo birîndaran, û azadî bo girtiyan
Serkeftin bo şoreşa sûrî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
13 tîrmeh 2021