Hikûmeta Sûrî ya Demkî raporeke hûrbîn li ser karê xwe yê sala bûrî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xola 57emîn de pêşkêş kir, û têde karên wezaretan û saziyên girêdayî Hikûmetê diyar kirin.
Û raporê anî ziman ku Hikûmet bi karên xwe di warê pêşkêşkirina xizmetkariyan de radibe, û eşkere kir ku tevlî dijwarî û astengiyan û kêmbûna karînên bedrest, Hikûmetê serkeftinin berçav pêk anîn.
Û li ser girtingtirîn biryarên ku Hikûmetê di warên tenduristî û hînkirinê û yên bi rewşa ewlehî û debara jiyanê ve girêdayî li deverên rizgarkirî ragihandine axivî, her weha civatên fermî û serdanên meydanî li ser encûmenên xwecihî û çalakiyên şoreşgerî li deverên rizgarkirî.
Û raporê karên hemû Wezaretên Hikûmeta Sûrî ya Demkî berçav kirin, û tekez kir ku ew li gor pilaneke guncaw li gel pêşhatên ketwarê Sûrî birê dikeve.
Û derbarê karên wezaretan, raporê diyar kir ku wezaret pirosesa veksîna Kovid 19 ji destpêkê de dişopîne, û rola Hikûmetê di piştgirî û serpereştî û pilangiriyê derbarê rêjeya xelkên ku veksînê dibin û cûreya veksînê û mîkanîzma karê wê bi giştî anî ziman.
Û li ser asta fêrkirinê rapora Hikûmetê xebatên mezin ên ku Hikûmeta Demkî ji bo çakkirina ketwarê hînkirinê pê rabûye bibîr anîn, û rewşa xwendekar û rêbaz û pilana xwendinê hate gengeşekirin.
Û raporê karên Hikûmetê di warê dabînkirina piştgiriyê û xizmetkariyan li deverên rizgarkirî di riya hejmarek ji civat û hevdîtinên navdewletî re, nemaze hevdîtinên herî berçav li gel şandên Yekîtiya Ewropa, Birêtaniya û Emrîka û yên dîtir li hundir Sûriyê û dervê diyar kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî