Hevrêzkarê Komîteya Diyaloga Niştimanî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdilîlah Fehed, raporeke berbiçav li ser karên Komîteyê di dema sala bûrî de li pêşiya Desteya Giştî ya xola 57emîn pêşkêş kir.
Û li gor raporê Komîteya Diyaloga Niştimanî bêhtir ji 30 civatî ji endamên xwe re li dar xistine, û bêhtir ji deh hevdîtinên telfizyonî ji nêz û dûr ve bo hejmarek ji beşên civaka Sûrî li gor pilana ku ji berê de komîteyê amade kiribû li dar xistine.
Û di diyalogan de giringî dan rewşa siyasî û meydanî ya girêdayî bi Sûriyê, her weha li ser xebatên Hevbendiyê yên vê dawiyê axivîn.
Û li gor raporê komîte gihişte hejmarek ji temînuyên giring ên ku dikevin xizmeta yekîtiya Sûriyan û pêşdebirina Hevbendiyê û saziyên wê û bipêşxistina riya Hevbendiyê ya siyasî û rêvebirî û cîbicîkar de.
Û di navbera wan diyalogan de behsa bi dehan mijarên girîng hate kirin, û di nav de pirosesa siyasî û çaksazkrina siyasî bûn, her weha xurtkirina baweriya bi Hevbendiyê û xurtkirina karê wê li deverên rizgarkirî û yên dîtir.
Û hejmarek ji temîniyan di raporê de hebûn, nemaze yên girêdayî çakkirina karê giştî û zêdekirina hevrêziyê, daku bighêjin armancên cihê hêviyê bi çaktirîn û bileztirîn rêyên kar.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî