Hevrêzkarê Rêvebiriya Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ednan Rehmon, rapora karê Rêvebiriyê yê sala bûrî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di xola 57temîn de pêşkêş kir.
Û Rêvebiriyê di rapora xwe de serhejmarên penaberan û deverên belavbûna wan li gor dawîtirîn agahiyan ji aliyê Komîsyona Karûbarê Penaberan ve li welatên Erebî û Tirkiyê û Dewletên Ewropî yên dîtir û hejmarek ji Dewletên Efrîkayê berçav kirin.
Û raporê destpêşxeriyên ku ji bo çareserkirina kêşeya penaberan ya cîhanî û helwestên Hevbendiyê derbarê doza vegerandina penaberan zelal kirin.
Û li gor raporê, Rêvebiriyê herdû bûyerên Elbişerî û Elminye li Libnanê şopandin, û li rewşa penaberan di wan kampan da temaşe kir, û pêwendî li gel Ofîsa Komisyona Bilind ya Karûbarê Penaberan li Libnanê li dar xistin, daku alîkariyê bi malbatên ziyan dîtine re bike.
Û Rêvebiriyê biryar û raporên girîng yên ji hêla Yekîtiya Ewropa û Ofîsa Ewropî bo Piştgiriya Penaberan û Komosyona Bilind ya Karûbarê Mirovan derketine şopandin.
Û li gor raporê, Rêvebiriyê doseyeke berfireh ya girêdayî pirojeya yasaya koçberiyê ya nû amade kiriye, û bal kişand ser ku bersivdanên ji hev cuda li ser asta Danîmarkê û ya navdewletî her weha rexneyên tûj bo vê yasaya nû derketine.
Û Rêvebiriyê kaxezek bo encamên biryara ragihandina Yonanistanê ya têde hatiye ku Tirkiyê dewleta sêyemîn ya ewle ye bo penaberan amade kiriye, her weha doseyên dîtir yên pêve girêdayî û di riya wan re hewldanê dike ku alîkariyê bo penaberan li seranserî cîhanê pêşkêş bike.
Û raporê tekez kir ku rêvebirî kar li ser hejmartin û belgekirina tevaya kampan û damezrandina datayeke bingehîn bo tevaya kampên Bakurê Sûriya yê azad dike, bi armanca ku li ser girîngtirîn pêdviyên wan rawestin.
Û raporê girîngtirîn hevdîtinên ku Rêvebiriya Karûbarê Penaberan lidar xistine wek: serdana bo Kombenda Koçberên Filestînî û serdana hejmarek ji navendên sêwiyan li Entab û Kilis û Efrînê, û hevdîtina li gel Rêvebirê Rêvebiriya Koçberiyê li Stanbolê û hevdîtinên dîtir li Sûriyê û dervê anîn ziman.
Û Rêvebiriyê hejmarek ji yadname û nameyan derbarê mijara penaberên Sûrî şandine, jê: nameyin bo Komisyona Bilind ya Netewên Yekbûyî û Karûbarê Penaberan, û nameyek bo Wezareta Derve ya Danîmarkê, û yadnameyeke yasayî bo Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî, her weha nameyin dîtir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî