NY di raporteke nehînî de ya derbarê binpêkirina sizayên sepandî li ser Kûrya bakur, da xuyakirin ku rê hat girtin li pêşiya du barên kûrya ku dihatin şandin ji “ajanseke” rijêma Esed re.
Raportê bal kişandiye ku ev “ajans” berpirsyar e di ber pirogramê sazkirina çekên kîmiyayî yên Rijêmê di heyamê şeş heyvên borî de.
Raport ji 37 rûpelan hatiye nivîsandin û têde pisporan gotiye ku “lêkolîn ji aliyê komîteyê dibin li ser belavbûna hin raportan derbarê hevkariyeke qedexekirî di navbera komara Kûrya bakur û rijêma Esed de di warê çekên kîmiyayî û mûşekên balistîk de”.
Û ji aliyê du dewletên endam rê li pêşiya du baran hatibû girtin ku herdu dihatin şandin ji bo Sûriyê, û dewleteke din ji komîta lêkolînê re got ku ” li rex wê hin sedem hene û baweriyek li rex peyda bûye ku ev bar beşek ji girêbesteke desteya derhênanî û geşepêdana bazirganiya Kûrya ligel rijêma Esed bû”.
Û raport ji aliyê pisporên NY yên serbixwe hatiye amadekirin û ji bo Encûmena Ewlehiyê di demekê pêştir di vê heyvê de hatibû pêşkêşkirin, û têde pêzanîn dabû derbarê dem û cihê destdanîna li ser baran û naveroka wan.
Û desteya “derhênanî û geşepêdana bazirganiyê” ya Kûrya ligel Sûriyê ji aliyê Encûmena Ewlehiya Navdewletî tevlî lîsteya reş bibû sala 2009an, û ew bi aliyê sereke hatibû nîşan dan di warê bazrganiya çekan û hawrdekirina alavên pêwendîdar bi mûşekên balistîk û çekên piçûk de.
Herwiha ku di adara 2016 an de du kompanî li ser “desteya derhênanî û geşepêdana bazirganiya” kûrya ligel Sûriyê ji aliyê Encûmena Ewlehiyê tevlî lîsteya reş bibûn, û pisporên NY gotibûn ku “ew bar dihatin şandin ji bo kompaniyên Sûriya, ku ligor Yekîtiya Ewropî û Amerîka ew kompaniya ser bi navenda Cimraya Sûriyê ya lêkolînên zanistî ye, ku ew dezgeheke Sûriyê ye hevkarî ligel desteya derhênanî û geşepêdana bazirganiya Kûrya kiriye, û ligor komîteyê ku ew pêştir bi karên veguhestina kelupelên qedexekirî radibû “.
Pisporan tekez kirin ku lêkolînên hatine pêkanîn ji aliyê wan ve, li ser hevkariya di navbera Sûriya û Kûrya bakur de bûn, derbarê pirogramê mûşekên sikod yên Sûrî û saxbêrî û çaksazîkirina mûşekên Sûriyê yên bejikî û sîstema bergiriya esmanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî /Reuters