Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm tekezî li ser berdewamiya kar li gor pilana Hevbendiya Niştimanî ya sala 2017an kir, ji bo piştgiriya wan pirojeyên ku dibin bingehek serekî di qonaxa veguhêz de, heta bigihêje dîtina çareseriyek dadmend ku hîç cih û rola Esed têde nebe.
Ev yek di civînekê de li roja sêşemê li baregeha Hevbendiya Niştimanî li Stembolê, ligel xatûn “Kît Wiconston” seroka pirogramê sindoqa çareseriya hevrikiyê û dabînkirina ewlehî û seqamgeriyê li Sûriyê, û ligel “Tara Somiro” seroka pirogramê seqamgeriyê û hevrikiyê ya beşa geşepêdana Birêtaniya, û Mihemed Şema’h rawêjkarê karubarê hikûmetê yê nivîsîngeha karubarên Sûriyê di konsilxaneya Birêtaniya de li Stembolê.
Sikirtêrê giştî siyaseta Hevbendiyê û pilana xula serokatiya niha û mîkanîzmên kar yên cîbicêkirinê heta pêkanîna armancên pilankirî tevî çaksazkirina laşê Hevbendiyê û dirustkirina dezgehên wê ji mêhvanan re pêşkêş kir.
Elhekîm bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkarî ligel hikûmeta demkî û encûmen û rêveberiyên xwecihî li ser fayilên giring kar dike, ji wan jî fayilê “xwendinê, saxlemiyê û koçberan” û dît ku ev dibe bingehek baş ji bo qonaxa veguhêz.
Elhekîm amaje kir ku Hevbendî hewl dide van pirojeyan têxe di qezenca piştgiriya desteya bilind ya danustandinên Cinêvê de, bi rêka şanda danustandinkar û şanda teknîkî û locistî.
Elhekîm rola Hevbendiyê û hikûmeta demkî û encûmenên xwecihî di her beşekî ji van pirojeyan de û mêkanizma dabeşkirina kar û rêkarên hemahengiyê di navbera wan de dibe ligor taybetmendî û pisporiyê bi çavdêriya Hevbendiya Niştimanî diyar kir.
Berpirsyara pirogramê Birêtaniya xanim “Kît” ji aliyê xwe ve, kurtiyek derbarê pirojeyên kar li ser dibin û cih û aliyên alîkar pêşkêş kir, û keyfxweşiya xwe nîşan da li hember kar û siyaseta Hevbendiyê ya bi hevkariya hikûmeta demkî, û herdu aliyan li hev kirin li ser lidarxistina civîneke din di heyva bê de ji bo “danîna mîkanizmeke berdewamiya têkiliyan û cêbicêkirina çend pirojeyên hevbeş bo gihiştina dîtina mîkanizmek yekgirtî ligel encûmen û rêveberiyên xwecihî û hikûmeta demkî û rêxistinên civaka sivîl”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî