Çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê ve Salih Cemîl Omer endamê komîta navendî ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî –Sûriya sibeha roja Çarşemê 23 Tebax ê li bajarokê Girkêlegê binçav kirin.
Omer kurê Salih, ev nûçe ji malpera Hevbendiyê re piştrast kir û got” hêzeke mezin ji Çekdarên PYDê êrîşî nivîsgeha bavê min li bazara bajarokê Girkêlegê kirin û ew binçav kirin û ber bi cihekî nenas ve birin” .
Her wiha Omer nîşan da ku heman hêzê berî çend rojan êrîşî mala wan kiribûn û mal pişkinîn kirin lê di wê demê de bavê wî ne li mal bû.
Tê zanîn ku Çekdarên bi ser PYDê ve di herdû rojên bûrî de Ferhan Zilfo û Mihemed Seidî ku endamên PDK-Sê ne binçav kirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê