Hejmara Hecaciyên Sûrî yên yên gihane Erebistana Siûdî dora 10 hezar hecî ye. Ji Sûriyê û dewletên derdor hatine, ji bo ferza Hecê ya sala 2017ê bikin.
Komîta bilind ya Hecê ya Sûrî diyar kir ko hejmara tevayî ya hecaciyên Sûrî wê bigihê 15hezaran bi gihaştina karwanê dawî yê ko tê texmînkirin piştî şeş rojan bigihê.
Komîtê anî ziman ku roja yekşembê 20.08 karwanê yekem ji hecaciyên Sûrî ji Libnanê û Urdinê gihaye Erebistana Siûdî, piştî çend karwanên ji bajarê Xazî Entab û Istanbula Tirkiyê hatine.
Hevrêzkarê ragihandinê yê komîta bala ya Hecê Ebdulrehman Nehlawî, tekez kir ko kadirên komîta Hecê hecaciyên Sûrî pêşwazî dikin, û tevgera wan li firokxanan û heta digihên cihê rûniştina wan hêsan dikin, û li wir bi rêya nivîsgeha bijîşkî û birêveberî yên bi ser komîtê ve şopandina xizmeta wan dibe.
Komît, ev pênc salin li ser hev, birêvebirina karûbarê hecaciyan dike, û xizmetan ji wan re pêşkêş dike, ji vîza rêwîtiyê heta digihên xaka pîroz, û kadirên komîta birêvebirinê û xizmetkariyê karûbarên wan birêve dibin, ji bo ferza hecê bikin û bi xêr û xweşî li malên xwe vedigerin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî