Zaroka Sûrî Nûr Setût ya ko bi malbata xwe re ji bajarê Helebê ber bi gundewar de bi sedema dorpêçkirina hêzên Esed ji bajêr re reviyaye, li wir hezkirina xwe ya ji spora karatê re derbirîn kir, û hêviya wê ew e bibe qehremana cîhanê di spora karatê de.
Di kurtevîdyoyekê li ser Youtubê Nûr a şeş salî anî ziman ko wê”nedixwest ji Helebê biçe” lê ew bi malbata xwe re bi serdema dorpêça hêzên rêjîmê û êrîşên wan reviya û li gundê Kefer Kirmiyê li gundewarê parêzgehê bicih bûye.
Bavê wê di vîdiyoyê de dibêje: “Nûr bi wî re diçû rahênanê û ji ber xwe ve fêr bûye”, bêtir got:”ew ji dusaliya xwe ve ji Karatê hez dike “, û destnîşan kir ko ew ji çar salan ve xwe di vê sporê de rahênan dike.
Nûr li gund xwe di spora karatê de rahênan dike ji bo piştgiriya xwecihî bi dest bixe, û ji bo moralên keçikên di temenê xwe de bilind bike da vê werzişê bikar bînin, piştî ko rêjîma Esed ew ji holên spore yên bajêr bêpar kirine.
Tê zanîn ku Nûr di holeke lîstikan ya wêrankirî li gundê Kefer Kirmiyê yê ko piştî reva xwe ji Helebê lê bi cih bûne xwe rahênan dike, û werzişê bi çavdêriya bavê xwe li gund berdewam dike.
Jêder: Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/BBC