Desteya Jina Sûrî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, du metingên piştgirtiya Idlibê û Deraa li bajarê Efrînê û Etaribê yên gundewarê Helebê îro yekşemê lidar xistin, û têde jinin ji desteyê û hejmarek ji çalakvaniyên civakî û kombendên jinan beşdarî kirin.
Û herdû metingan bombebaran û gurkirina leşkerî yaku parêzgeha Idlibê û gundewarê Helebê armanc kirine û têde bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûne şermezar kirin, û beşdaran piştgiriya xwe ji xelkê Deraa Elbeled re anîn ziman, û dorpêçkirina ku Rûsiya û hêzên Esed ji mehan de li ser Deraa disepîne red kirin.
Û beşdaran ji civaka navdewletî daxwaza desttêwerdaneke cidî bo rawestandina kuştin û jînosayda sivîlan li Bakurê Sûriyê yaku hêzên dagîrkerê Rûsî û çeteyên rijêma tawanbar pêk tînin kirin, her weha hilanîna dorpêçkirinê ji ser taxên Deraa û rawestandina binpêkirinan li Başûrê Sûriyê dermafê welatiyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî