Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Civata Xwe ya Rolane Lidar Dixe û Behsa Pêşhatên Rewşa Meydanî Dike

July 27, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Siyasî Civata Xwe ya Rolane Lidar Dixe û Behsa Pêşhatên Rewşa Meydanî Dike

Desteya Siyasî ya Hevbendiyê, civata xwe ya rolane duh duşemê di bin durişma “Yek Dest” de lidar xist, û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit civat vekir, û têde tekezî li ser pabendiya Hevbendiya Niştimanî bi pirensîpên şoreşê û berdewamiya şopandina karê ku di xolên berê de pêk hatiye û avakirina li ser kir.

Û amadebûyan giringî dan binpêkirinên metirsîdar ên dubare dermafê rêkeftinên agirbestê li deverên kêmkirina şer ji aliyê rijêmê û piştgirên wê ve, û li rapora Komîteya Girêdanên Leşkerî derbarê rewşa meydanî guhdarî kirin, her weha li bersiva yekîneyên Artêşa Niştimanî li ser dijminkariyan û tekeziya wan yekîneyan ku dê bi erkê bergiriya di ber nişteciyên sivîl de dijî dijminkariyên li ser deverên rizgarkirî bi hemû rêyên pêkan rabin.

Ji aliyekî din ve, Komîteyê dijminkariyên dubare ji hêla rêxistina PKK ya terrorist û milîsên PYD ve li ser taxên sivîlan li gundewarê bakurê Helebê û şandina erebeyên mayînkirî û kesên terrorist bi şêweyekî rojane daku tirsê têxin dilê sivîlan li Efrîn û Bab û Ezaz û Mariê û tevaya gund û bajarokên bakurê rizgarkirî, berçav kir.

Û Komîteyê pêşhatên dorpêçkirina ku rijêm li ser Deraa Elbeled ji zêdetir ji heyvekê ve disepîne û mercên Rûsî bo xweradestkirina xelkê Deraa û vegera siyaseta koçberkirina kotekî yaku rijêm û piştgirên wê li deverên kêmkirina şer bikar tînin û binpêkirina her rêkeftinên lihevhatinê yên ku berê hatine îmzekirin berçav kir.

Û Desteya Siyasî cextî li ser erkê Netewên Yekbûyî di cîbicîkirina pirensîpa berpisyariyê di ber parastina nişteciyên sivîl de kir, û pêwîstiya ku yadname û nameyên bo Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî û Encûmenê Ewlekariyê û hejmarek mezin ji dewletan re hatine şandin bo şermezarkirina rijêmê û sizakirina wê li ser tawanên berdewam ên ku ji bêhtir ji deh salan de pêk tên werin şopandin.

Û Desteya Siyasî raporên karê komîte û rêvebiriyên Hevbendiyê û pilanên qonaxa dahatî berçav kirin, û tekezî li ser guhertin û çaksaziyên pêwîst li ser lîsteya cîbicîkirinê a ku karê Hevbendiyê û saziyên wê yên cîbicîkar û xizmetkar rêkûpêk dike kir, daku di çakkirina rewşa debara jiyanê ya dijwar de yaku gelê Sûrî li deverên rizgarkirî derdeseriya wê dikşîne alîkar be, ku rijêm bûye sedema rûdana hemû derdeseriyan û rûxandin û xirabiya rewşê li seranserî welêt.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Kongirê Penaberan Temamkirina Beşên Şanoya Hilbijartinên Pêkenok e

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.