Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku ew li ser vegera ewle û ji ber xwe ve bo kesên koçber û penaber û derbiderên Sûrî bi serpereştiya Netewên Yekbûyî daku li gund û bajarokên xwe di demeke bilez de vegerin rijd e, û cextiyê li ser pêwîstiya dabînkirina rewş û mercên ewle bo wê vegerê dike, û di serî de jihevxistina rijêma tawanbar û amûrên wê yên ewlekariyê, û hişyariyê ji pêşniyarên Rûsî derbarê vegera penaberan dide, û dibîne ku ew hewldan in ji bo ji biryarên Encûmena Ewlekariyê û rewatiya navdewletî bireve.
Yê ku nîvê gelê Sûrî koçber kiriye û ew ji mal û gund û bajarên wan bidûr xistine, îro daxwaza kongirekî nû dike, û di riya wî re dixwaze dîmenê derew û sextekariyan dubare bike, û rastiyê veşêre, di dema ku kujer û tawanbar û yên ku pîlanên tawanê datînin ew in yên ku xwe dikin berketiyê Qurbaniyan di bin perdeya mirovahiyê de, di bin navnîşana vegera koçberan de.
Tu têkliya vî kongireyî û çi hewildanên Rûsî yên berî wê di vê derbarê de bi çi karê mirovahî û niyeta vegera koçberan tune ye, û ew tenê pirojeyeke rojnemevanî yê eşkere ye, di warê pilana sextekirinê de tê, û derdeseriya koçberan bo windakirina demê û binaxkirina rêyên çareya siyasî li pêşiya çavên dewletên cîhanê bikar tîne, û xebatê dike ku berjewendiyên dagîrkerê Rûsî yên ku bi rijêma Esed ya tawanbar ve girêdayî ne biçespîne.
Îro pêdvî heye ku pêngavin piratîkî bên avêtin daku veguhestina siyasî li Sûriyê bisepînin, û divê ev pêngavên Rûsî cihê nerazîbûn û şermezariya navdewletî bin, ji civaka navdewletî tê xwestin ku di rûyê vê tevgera nerewa de û hewildanên reva ji biryarên navdewletî û berovajîkirina xiştekara pêşindeyan ya ku rêya çareya siyasî armanc dike raweste.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
27 tîrmeh 2021