Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit, pêşwaziya Serokê Saziya “Hevwelatiyên bo Emrîkayeke Ewle” D. Mihemed Bekir Gibês kir, û li Ser rola saziyên civakî û ya Revendên Sûrî di Piştgiriya şoreşa Sûrî de û nerîna rayedariya nû ya Hevbendiyê derbarê qonaxa dahatî axivîn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser pilana karê qonaxa dahatî di Hevbendiya Niştimanî de yaku durişma wê “Yek Destî” ye û derbirîna yekgirtina navxweyî û avakirina têkiliyan di navbera saziyên şoreşê yên siyasî û leşkerî û sivîl û şoreşgerî dike, her weha di nav wê û Sûriyan de li Sûriyê û cîhanê bi armanca yekrêziya nerînan û karê şoreşgerî ji bo pêşeroja Sûriyê û azadiya wê, axivî.
Û Elmislet giringiya Revendên Sûrî yên ku li cîhanê belav bûne û rola wan ya giring di pêşdebirina doza şoreşa sûrî û piştgiriya hêviyên wê de û giringiya hevrêziya li gel saziyên pirkirina piştevaniyê bo hêviyên gelê Sûriyê ji bo rizgarbûna ji rijêma tawanbar û rawestandina komelkujiyên berdewam di riya hevbeşiya Îran û Rûsiya, diyar kir.
Û ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî, Yehya Mektebî, tekez kir ku Hevbendî dê di qonaxa dahatî de giringiyê bide karê li Waşinton, Enqera, Elriyad, ji ber giraniya hersê paytextan di dosya Sûriyê de.
Û di hevdîtinê de, D. Mihemed Bekir Gibes, şiroveyek li ser giringtirîn karên ku saziya “Hevwelatiyên bo Emrîkayeke Ewle” di piştgiriya doza Sûrî de pê rabûye û alîkariya wê di derxistina yasaya cezayan ya bi navê Qeyser de dijî serokê rijêmê û mezintirîn tawanbarên rijêmê û amûrên wê yên ewlekariyê pêşkêş kir, û li ser berdewamiya hevdîtinan û şêwirdarî û hevrêziyê di hemû dozan de û lihev kirin, ji ber ku rola Emrîka di karûbarê Sûriyê de sereke ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî