Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Careke din Hevbendiya Niştimanî rawestana xwe li kêleka xelkê Horanê tekez dike, û pesên pêdariya wan dide, û piştgiriya wan di çi biryara ku li ser li hev bikin tîne ziman, û dibîne ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku berpisyariya xwe derbarê sivîlan li Deraa û tiştê ku bi serê wan tê hilgire.
Êrîşa hêzên rijêma tawanbar û milîsên mezhebî li ser bajarê Deraa hewcedarî bersiveke navdewletî ya lezgîn e, û divê dewletên ku rêkeftin li xwe girtine helwesteke cidî bistînin û pabendiyê bi cîbicîkirina rêkeftinan bikin.
Û ji dewletên çalak di Encûmena Ewlekariyê de tê xwestin ku fişarên yekser bo rawestandina êrîşê bikin, û nehêlin ku koçberî çêbibe û dorpêçkirinê hilînin û gefên berdewam li ser sivîlan bidawî bînin.
Gurkirina niha û hewlidanên koçberkirina kotekî di heman dema şanoyên bêwate de yên ku Rûsiya û rijêm bi şêweyê kongir û hevdîtinên derbarê vegera koçberan li dar dixin tên.
Ketwar li ser zemînê meremên tawanbariyê û koçberiyê yên berdewam bo valakirina Deraa ji xelkê wê eşkere dike, û ew dixwazin ku tevaya çalakvan û pêdaran biqewtînin, daku welat bibe rûbereke vekirî ji dagîrkerî û gendelî û teror û stemkariyê re.
Divê tevgereke navdewletî ya vebir çê bibe, û rê li pêşiya rijêma tawanbar bigre, daku berdewamiyê di tawan û koçberkirinê de neke, û pirosesa siyasî vegerîne riya wê, û piştgiriya veguhestina siyasî li gor Daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî 2018 û 2254 bike, her weha li gor biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmar 262/67 yaku têde Desteya Desthilatdariya Veguhêz ya bi temamê desthilatan hatiye diyarkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
28 tîrmeh 2021