Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Cîhana me berî heftê salî, dema ku peymana penaberan piştî cenga cîhanî ya duyemîn sala 1951 hat pesendkirin, piştguhkirî bû. Dema ku cîhanê sûnd xwar ku serdema aştiyê dest pê bike, û nema careke din nakokiyên xwe bi şer û cengan çareser bikin, ku armanca wê rêkeftinê di wê serdemê de dabînkirina parastinê ji mafên penaberan re bû, û bi saya wê peymanê bimilyonên giyanan hatin rizgarkirin.
Mana wê peymanê ta roja me ya îro, nîşana têkçûna cîhanê di çareserkirina sedemên penaberiyê de ye, ji ber ku hêvî hebû ku sedemên penaberiyê nemînin, û karsiparteya bilind ya karûbarê penaberan dergehên xwe piştî 3 salan ji damezirandina xwe bigire. Lê rijêma cîhanî ya nû gelek arîşe û bobelat bi xwe re anîn, û piraniyan cengan di nav dewletan de bûn şerên navxweyî ên ku stemkar dijî gelên xwe pêk tînin, û vê têkçûnê li ser cîhanê ferz kir ku wê peymanê gelek caran bi riya danîna protokolên temamker re pêşde bibe, û hişt gelek dewlet û sazumanên navdewletî wek Yekîtiya Oropa û Sazumana Yekîtiya Efrîqya hin peymanên wek wê deynin.
Îro, di dema ku nêzî 100 milyon penaber seraserê cîhanê hene, ku 70% ji wan ji 5 dewletan hatine, ku Sûriya ya sereke ye, divê cîhan bête handan li ser çareserkirina ji kok de ji sedemên penaberiyê re, nemaze di dema ku gelek desthilat dixwazin prensîpên peymanê piştguh bikin û lê bizîvirin, wek ku Raspartekarê Bilind ê Karûbarê Penaberan, Filibio Grandî, di daxwiyaniya xwe de aniye ziman.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekeziyê li ser giringiya pabendiya civaka navdewletî bi prensîpên bingehîn ên parastina penaberan dike, wek çawa di deqa peymanê de hatiye, û wan ji tevaya rengên çewisandinê û vegerandina kotekî biparêzin.
Careke din Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji civaka navdewletî dike ku piştgiriya veguhestina siyasî li Sûriyê bike, da ji rijêma stemkar rizgar bibin, ji ber ku ew takerê ye ji bo rawestandina derketina penaberan ji Sûriyê, û vegera yên ku jê hatine koçberkirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
20 tîrmeh 2021