Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, pêşwaziya Şandekî Birêtanî kir, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kir.
Û di hevdîtinê de herdû Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî D. Heysem Rehmê û Nûnera Hevbendiyê li Birêtaniya Behiye Mardînî û Berpirsê Siyasî yê Ofîsa Sûriyê di Balyozxaneya Birêtaniya li Beyrûtê Sophie Newman û berpirsê siyasî yê doseya Sûrî di Balyozxaneya Birêtanî li Beyrûtê de Sam Cîbî amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser metirsiya rewşê li bakur û başûrê Sûriyê û gurkirina ji hêla rijêma tawanbar û sponserên wê yên Rûsî û Îranî ve pêk tê axivî, û got ku bajarokên Idlibê û Cebel Elzawiyê rastî êrîşên rojane tên, û di encamê de bi dehan sivîl bûne qurbanî, û Elmislet li ser êrîşa niha yaku hêzên rijêmê dibe ser Deraa û zêdetir ji 50 hezar sivîlî dorpêç dike li gel gefa Tawana koçberkirineke nû axivî.
Û Elmislit tekezî li ser rola Birêtaniya û giraniya wê ya navdewletî di tevgerekê bo rawestandina êrîşên teroristî dermafê sivîlan kir, û cextî li ser pêwîstiya liveke çalak di civaka navdewletî de bo rizgarkirina Deraa kir, nemaze ku rewşa debara jiyanê li gel dorpêçkirinê û zêdebûna êrîşên li ser sivîlan xirab dibe.
Û Elmislit giringî da ser rewşa deverên rizgarkirî, û tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî kir, û bihêlin ku saziyên wê bihêz bibin, nemaze di warê tenduristî û fêrkirinê de, ji ber ku bêtara korona hîn berdewam e, û hejmarek mezin ji zarokan ji mafê fêrbûnê bêpar mane.
Û Elmislit tekez kir ku rijêma tawanbar tenê xwe dispêre rêbaza leşkerî, û guh nade çi pirosesa siyasî û bi şanoya hilbijartina binav ya nerewa rabû, yaku giring bû ku piştî bidawîanîna dariştina destûrekî nû bo welêt û dabînkirina jîngeheke ewle û aram lidar bikeve.
Û cextî li ser pêgiriya Hevbendiya Niştimanî bi veguhestina siyasî li Sûriyê û welêt berve dewleteke demoqrat û sivîl biçe kir, yaku têde azadî û rûmet û dadwerî bo tevaya welatiyan misoger bibe, dûrî desthilatdariya tek-malbatî û serkutkirinê ji aliyê amûrên ewlehî ve.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilehed Istêfo li ser giringiya sepandina cezayan li ser rijêma Esed daku tevlî pirosesa siyasî bibe axivî, û daxwaza hevrêziyê di navbera tîmên li ser doseyên cezayan dixebitin kir, nemaze yên Birêtaniya û Emrîka û Yekîtiya Ewropa.
Û ji aliyê xwe ve Cîgira Serok Ruba Hebûş şiroveyek li ser Desteya Jinê û armancên wê pêşkêş kir, û got ku Desteya Jinê bizavê dike ji bo jina Sûrî bihêz be, û bighîne cihên çêkirina biryarê.
Û Hebûş li ser karê Desteyê li deverên rizgarkirî û komîteyên wê yên siyasî û mafnasî û rojnemevanî axivî, û tekez kir ku armanca Desteyê amadekirina kadirên jin e, yên ku karibin di tevaya waran de kar bikin.
Û Emîndarê Giştî D. Heysem Rehmê li ser giringiya karê Komîteya Destûrî daku bighîne dariştina destûrekî nû bo welêt û çûna berve dabînkirina jîngeheke ewle û bêalî û lidarxistina hilbijartinan di bin serpereştiya Netewên Yekbûyî de axivî.
Û got ku rijêm mijara beşdariyê di Komîteya Destûrî de bi awayekî cidî nagire, û wî tiştî Komîteya Destûrî danî pêşiya rewşeke vekirî ya bê sînor, û got ku ew yek hewcedarî fişareke navdewletî ye, daku xiştekareke demî nîşankirî jêre were danîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî