Wednesday, June 11, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Pêşwaziya Şandekî Emrîkî Dike û Behsa Gurkirina li Deraa û Dawîtirîn Pêşhatên Rewşa Meydanî û Siyasî Dikin

July 30, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 5 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Hevbendiya Niştimanî Pêşwaziya Şandekî Emrîkî Dike û Behsa Gurkirina li Deraa û Dawîtirîn Pêşhatên Rewşa Meydanî û Siyasî Dikin

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, şandekî emrîkî bi serokatiya serokê beşê siyasî di pirograma “START Rachel Schneller” de pêşwazî kir, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî yên doseya Sûrî kir.

Û di civînê de herdû Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî D. Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Ebdellah Gedo amade bûn, û berpisyarê siyasî yê pirograma “START Rachel Schneller” amade bû.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya rola Emrîka di rawestandina komelkujiyên rojane de yên ku rijêma tawanbar û piştgirên wê dermafê sivîlên Idlibê pêk tînin kir, her weha rola wê di rawestandina êrîşa nû li ser Deraa Elbeled li rex dorpêçkirina ji heyvekê de yaku li ser bajêr hatiye sepandin, û Elmislit cextî li ser pêwîstiya tevgerekê ji aliyê dewletên çalak di civata navdewletî de bo rizgarkirina bêhtir ji 50 hezar sivîlên li Deraa Elbeled dorpêçkirî ne û îro rastî bombebaranê ji hêla hêzên rijêmê û milîsên Îranî tên kir, ji ber ku niha li bal wan tu xalên bijîşkî nînin, piştî ku xala dawî mabû jî ji hatiye armanckirin, û rewşa debara jiyanê her ku diçe xirab dibe, û li gel dorpêçkirinê û rûbirûbûna pilanên Îranî berve rewşeke metirsîdar de diçe.

Û Elmislit di axaftina xwe de li ser daxwaza Rûsiya ku kongirekî bo penaberan li dar bixe di dema ku Mosko têde piştgiriya rijêmê dike de, û êrîşên nû yên ku dibin sedema awarebûna Sûriyan û dihêle ku welatî derbider bibin û ji welêt birevin pêk tîne, û di heman demê de tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi vegera ewle ya penaberên Sûrî re ye, piştî ku çareya siyasî di riya cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî  yên pêve girêdayî cihê xwe digre, û di pêşî de di riya herdû biryarên 2018 û 2254 re, û dîtina  jîngeheke aram yaku bihêle penaber vegerin.

Û Elmislet cext kir ku pilanên Îranî ne tenê metirsiyê li ser Sûriyê çêdikin, lêbelê ew bandorê li dewletên deverê tevî û berjewendiyên Emrîkî yên stratîcîk li deverê dike, û got ku Îran sponserê terorê yê fermî ye li seranserî cîhanê.

Û Elmislet diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî dê serdana Efrîn û Serê Kaniyê destpêka hefteya dahatî bike, û got ku Hevbendî guhdanê bi vegera nişteciyan bo xak û malên xwe dike, û li ewlehî û saxlemiya xelkê deverê jê re giring e.

Û Elmislet bal kişand ser ku doza kurdî ji hilawîsta doza niştimanî giştî ya tevaya sûriyan e, û ew doza mafên ji aliyê rijêma tawanbar ve hatine standin dikin, û li bal Hevbendiya Niştimanî ji dozên girîng e, û Elmislit bal kişand ser ku hin rêxistinên terrorist wek PYD û PKK xwe bi dare zorê li ser kurdan sepandine, û daxwaz û dozên birayên me yên kurd di riya kiryarên xwe yên mîna kiryarên rijêma tawanbar re dişêwînin.

Û Elmislet cextî li ser giringiya piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û nemaze Wezareta Tenduristî û ya Fêrkirinê kir, ji ber ku xebatê li ser pêşkêşkirina xizmetkariyên tenduristî û hînkirinê bo nişteciyan dikin, ji ber ku bêtara korona dever westandiye, û nifşekî Sûrî bi temamî bê xwendin maye.

Û Elmislit li ser têkliyên xurt û berdewam li gel dewletên dostê gelê Sûrî û nemaze Emrîka bo pêkanîna berjewendiyên hevbeş û hêviyên gelê Sûrî di pêkanîna azadî û rûmetê de kir, û bal kişand ser rola Emrîkî ya girimg di doseya Sûrî de û tevgera wê bo nehêlana Rûsiya ku doseya çareyê tenê di destê wê de bimîne, her weha rûbirûbûna pilanên Îranî.

Û ji aliyê xwe ve, Cîgira Serok Ruba Hebûş, li ser giringiya berdewamiya sepandina cezayên Qeyser li ser rijêma Esed axivî, daku derfet jê re çênebe ku diravan di cenga xwe ya dijî gelê Sûrî de bikar bîne.

Û şiroveyek li ser giringiya piştgiriya alavên raghandinê yên berdêl û li ser karên herdû Desteyên Jinê û Ciwanan û pêwîstiya piştgiriya wan daku hebûna jinê û ciwanan li ser maseya diyalogê û çêkirina biryarê misoger bibe pêşkêş kir.

Û Emîndarê Giştî D. Heysem Rehmê, li ser pêşhatên karê Komîteya Destûrî ya Sûrî û berdewamiya rijêmê di astengkirina karê Komîteyê  de, ne tenê di riya bipaşxistin û afrandina astengiyan re, lê di riya berdewamiya tawan û komelkujîyan dermafê sivîlan li Deraa û Idlib û gundewarê Heleb û Hemayê axivî.

Û Endamê Desteya Siyasî Ebdellah Gedo tekzî li ser rijdiya Hevbendiya Niştimanî li ser dabînkirina ewlehiyê û xurtkirina xizmetkariyan li deverên Efrîn û Til Ebyed û tevaya deverên Sûrî kir, û got ku bizavin di riya Komîteyên Şopandina Binpêkirinan bo nehêlana pirsgirêkan têne kirn, her weha misogerkirina vegera xelkê bo malên wan, û ji aliyê Emrîkî desttêwerdan xwest daku çareyekê ji pirsgirêka birrîna avê ji ser Hesekê re bibîne.

Û derbarê devera Efrînê Gedo bal kişand ser ku astengiya mezin ew e ku PYD nahêle ku koçberên Efrînê yên li kampa Şehba yaku di bin kontirola wê de ye vegerin malên xwe, ji ber ku wan wek mertalan bikar tîne, û bi darê zorê wan di kampê de dihêle, û diyar kir ku 39 malbatan karibûn ku ji kampa Şehba birevin, û gihiştin Efrînê, û got ku hejmareke mezin ji nişteciyên kampê dixwazin vegerin wmalên xwe.

Û Gedo bal kişand ser ku giringtirîn mercên serkeftina diyaloga Kurdî-Kurdî ew e ku PYD girêdana xwe bi rêxistina PKKe re bidawî bîne, û got ku rewş ber bi vî alî de naçe, û berî hefteyekê rayedarekî ji PYD  gef li Herêma Kurdistanê dixwarin, û berevanî di ber hebûna rêxistina PKK li Kurdistana Îraqê de dikir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Hevbendiya Niştimanî Piştevaniya Xwe ji Tirkiyê re ji bo Rûbirûbûna Sotandina Daristanan Tekez Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.