Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî bi navê gelê Sûrî piştevaniya xwe ya tam ji dewleta Tirkiyê ya bira re tîne ziman, û rawestana xwe li kêleka gelê Tirkiyê yê bira di rûbirûbûna pêla şewtandinê de yaku hejmarek ji daristanên Tirkiyê li curbecurê deverên welêt rû dide tekez dike.
Û ji kûrahiya dilê xwe de xemgîniya xwe derbarê vê bobelatê û ziyanên ku Tirkiyê dîtine tîne zimên, welatê xweşewîst yê ku hejmarek mezin ji Sûriyên ku ji welatê xwe koçber bûne li ser xaka xwe vehewandine, di dema ku bêhtirê deriyan li pêşiya wan hatibûn girtin.
Em ji tevaya Sûriyên koçber ên li Tirkiyê dijîn dixwazin ku bi aliyên tirkiyê yên fermî re alîkar bin, û herdem pabendiyê bi yasayên dewletê bikin, û li gorî karînên xwe banorên vê bobelatê li ser Tirkiyê û gelê wê yê bira sivik bikin.
Sersaxiyên me yên germ bo xwediyên qurbaniyan, hêviyên saxbûna lezgîn ji birîndaran re, û em ji xwedayê bilind dixwazin ku dewleta Tirkiye vê kêşeyê bi saxlemî derbas bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
31 tîrmeh 2021