Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, yadnameyeke yasayî arasteyî Serokê Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî û Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Serokê Encûmena Ewlekariyê yê xola niha, derbarê dorpêçkirina zordarî yaku rijêm û piştgirên wê li ser bajarê Deraa disepînin kir.
Û Elmislit diyar kir ku karên dijminkarî yên rijêma Esed û Rûsiya û Îranê li ser bajarê Deraa piştî heyvekê ji dorpêçkirinê û pejrandina mercên Rûsiya û Rijêmê ji aliyê xelkê deverê ve gurtir bûye, û bal kişand ser ku rijêmê rêkeftina xwe binpê kir, û hêzên rijêmê ji sibeha roja sêşemê de dest bi bombebarana taxên bajêr kirin, û di encamê de du kes şehîd ketin, û bi dehan jî birîndar bûn, û bi ser de hejmarek mezin ji malbatan derbider bûn.
Û Elmislit tekez kir ku xelkê bajarê Deraa hewlên mezin dan daku xwîn neyê rijandin, û rewşê bighînin rêkeftinekê ji bo jin û zarokên xwe biparêzin, û rêkeftin nehêle ku xelk bêne kuştin an koçber bibin, û wan pabendî bi rêkeftin û lihevkirinên berê kir, û cextî li ser pêgiriya xelkê Horanê bi mafên wan ên xwezayî û sivîl û siyasî kir, wek ku xelkê Deraa nerîna xwe li vê dawiyê anîne ziman, û beşdarî di şanoya hilbijartinên serokatiyê yên derveyî biryara 2254, û dûrî serpereştiya Netewên Yekbûyî û pîvanên pakî û zelaliyê bû nekirin.
Û Elmislit ji hersî aliyan xwest ku vê yadnameyê di nav belgeyên xwe de tomar bikin, û li ser nûnerên dewletên endam belav bikin, û karên dijminkarî yên rijêmê û Rûsiya û Îranê û rêxistinên teroristî şermezar bikin, û karê cidî bo rawestandina êrîşan bibe, û rêşûnên çalak bihêlin ku pabendî bi biryarên navdewletî bibe raghînin, daku têde rizgarkirina sûriyan û parastina wan misoger bibe, û rêşûnên sizakirinê bistînin daku yên tawan pêk anîne ji cezayan rizgar nebin.
Û cextî li ser giringiya ku bi berpisyariya parastina nişteciyan rabin kir, daku wan ji qirkirin û tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê li gor madeya 39 ji biryara Komeleya Gelemper hejmar 1/60 ya sala 2005an rabin, û alîkariya gelê Sûrî di avakirina şîyanên parastina xelkê sivîl ji qirkirinê û tawanên dijî mirovahiyê yên berdewam dermafê wan pêk tên bikin.
Û daxwaza standina biryara “Yekîtî bo Aştiyê” daku gelê Sûrî ji tawanên cengê û qirkirinê û tawanên dijî mirovahiyê rizgar bike kir, û ewlehî û aştiya navdewletî were parastin, piştî ku VETOya Rûsî nehişt ku Encûmena Ewlekariyê bi erkê xwe yê sereke di vê derbarê de rabe.
Û xwest ku mafên endamtiya rijêmê li gor madeya 5emîn ji peymanê rawestînin, ji ber binpêkirinên pirensîp û peymanên Netewên Yekbûyî ji aliyê rijêmê ve, û nûnertiya fermî ji ser dewleta Sûrî û hikûmeta wê di civakên navdewletî de hilînin.
Û careke din daxwaza piştgiriya xebatên rêya siyasî kir, daku bighêje pêkanîna veguhestina siyasî, û rê nedin rijêmê ku careke din ji kar bixe, û cext kir ku çareya bingehîn li sûriyê divê bighêje çareya siyasî di riya cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê re nemaze herdu biryarên 2118 û 2254 û biryarên civata giştî û jê 626/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî