Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Salim Elmislit, serdana Encûmena Êl û Eşîrên Sûrî kir, û di serdanê de Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û hejmarek ji herdû Desteyên Siyasî û Giştî hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Elmislit tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî bo Êl û Eşîrên Sûrî û rola wan di rêxistinkirina xebatên lawên êlên sûrî kir, daku rola wan têkeve xizmeta xurtkirin û yekîtiya tevna civaka sûrî.
Û Elmislit bal kişand ser ku Hevbendî miqate ye ku encûmen û kesên pispor ji êl û eşîran nûnertiya civakên xwe di hundir Hevbendiya Niştimanî de bikin, ji ber ku ew sîwaneya komelgehî ye bo tevaya hêzên şoreşgerî û siyasî li Sûriyê, û cextî li ser pêwîstiya yekrêziyê di tevaya xebatên dibin de bo pêkanîna daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmet û dewleta demoqratîk de kir.
Û Elmislit got ku Hevbendiya Niştimanî hêvîdar e ku yekîtiya êl û eşîran wek bingehekê be ji yekîtiya hemû sûriyan re, ta bighêje pêkanîna hêviyên gelê sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de, û cextî li ser pêwîstiya ku her sûriyek hemû karînên xwe têxe xizmeta vê şoreşa gewre û daxwazên wê de kir, û got ku em tev di xizmeta şoreşê û xelkê şoreşê de ne, û em bi xizmetkariya xelkê me mezin dibin.
Û ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmetê li ser karê Hikûmetê li deverên rizgarkirî axivî, û giringî da avakirina saziyan û rêvebirina wan deveran û çakkirina xizmetkariyan têde, û tekez kir ku ev kar beşek ji rola Hevbendiya Niştimanî di xizmeta şoreşa sûrî û gelê wê de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî