Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûrve li gel Saziyên Sûrî-Emrîkî yên li Emrîka dixebitin lidar xist, û di civînê de Serokê Desteya Danûstandinê û Endamên Hevbendiyê yên xelkê parêzgeha Deraa amade bûn.
Û amadebûyan pêşketinên li parêzgeha Deraa piştî helmeta leşkerî ya rijêmê û dorpêçkirina li ser hatiye sepandin gengeşe kirin.
Û di civînê de Endamê Desteya Siyasî, D. Mihemed Qedah, şiroveyek li ser pêşketinên rewşa Deraa pêşkêş kir, û tekez kir ku sedema helmeta leşkerî li ser Deraa rêxistinkirina xwepêşandanên ahengî bi boneya bîranîna şoreşê û redkirina şanoya hilbijartinên ku rijêmê lidar xistine bû, û li ser nexşeya belavbûna hêzên desthilatdariyê di navbera milîsên rijêmê û Îranê û milîsên girêdayî dagîkerê Rûsî axivî, her weha li ser rêya danûstandinê ya ku di navbera Komîteya Navendî ji aliyekî ve û rijêmê û Rûsa ji aliyekî din ve.
Û Serokê Desteya Danûstandinê Enes Elebde li ser semboliya Deraa di wijdanê şoreşgerî de û ku çawa rijêm dixwaze li vê sombolê bide, daku şoreşa Sûrî bidawî bîne axivî, û tekez kir ku ew bi Pederson re civiya, û pêre mijara Deraa gengeşe kir, û cextî li ser pêwîstiya ku Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî bi rola xwe di rizgarkirina bajêr û malbatên têde dorpêçkirî ne rabe kir, di riya fişarên li ser rijêmê daku helmeta leşkerî raweste û dorpêçkirin bidawî bibe, û keresteyên hawarçûn û piştgiriya mirovahî ya lezgîn bo bajêr werin pêşkêşkirin, û li sr pêwendiyên li gel Emrîka û dewletên çalak di doseyê de û di serî de Tirkiyê û Urdin axivî.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî, Basil Ginêm, li ser rewşa mirovahî ya xirab li Deraa Elbeled piştî ku rijêmê take-xala bijîşkî bombebaran kiriye, û nêzîkbûna nemana xwarin û dermên axivî, û bal kişand ser ku raperîna ku bajarok û gundên Deraa pê rabûne ji bona Deraa Elbeled roleke wê ya giring hebû di serkeftin û piştgiriya helwestên wê de.
Ji aliyê xwe ve endamê Hevbendiya Niştimanî Eymen Alasimî tekez kir ku danûstandinên lidar dikevin tenê mîna xapekê ne ji aliyê Rûsiya ve, yaku dibêje ku têkliya xwe bi helmeta leşkerî ya vê dawiyê li ser Deraa nîne, di dema ku yên dûr û yên nêzîk dizanin ku piştevanê sereke yê rijêmê Rûsiya ye, û heger ne ji wê ba dê ji berî çend salan de rijêma Esedê bihata hilweşandin, û li dawiyê Rûsiya dixwaze ku tevaya deverên rizgarkirî têkevin bin kontirola rijêmê.
Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Sûrî-Emrîkî D. Zekî Lebabîdî li ser giringiya daxwaza derbasbûna hêzên navdewletî ji Netewên Yekbûyî bo Deraa daku nehêle rijêm komelkujiyên nû pêk nîne axivî, û giringî da gihiştina alîkariyên mirovahî bo tevaya Sûriyan bêyî ku di riya rijêmê re derbas bibin, ji ber ku dê wan alîkariyan bo cenga xwe ya dijî gelê Sûrî bi kar bîne.
Û Serokê Encûmena Rêvebiriya Rêxistina Mîd Gilbal D. Mihemed Zahir Sehlol, li ser giringiya pêkanîna daxwazên xelkê Deraa axivî, û bal kişand ser ku saziyên Sûrî-Emrîkî dê daxwazên xelkê Deraa veguhêzin Rêvebiriya Emrîkî, û tekezî li ser pêwendiya li gel Qiraltiya Urdinê derbarê rewşa li Deraa kir, ji ber ku Urdin yek ji aliyên ku rêkeftina sala 2018an li xwe girtiye ye, rêkeftina ku di navbera çekdaran ji aliyekî û rijêmê ji aliyekî din ve bi sponseriya Urdin û Emrîka û Rûsiyê hatibû Îmzekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrîç