Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, li gel rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Polîsên Leşkerî û Dadgeha Leşkerî di Baregeha Wezareta Bergiriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de civiyan.
Û di hevdîtinê de, hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û giştî û Rêvebirê Rêvebiriya Polîsên Leşkerî Ragir Ehmed Kurdî û Rêvebirê Rêvebiriya Dadgeha Leşkerî Ragir Erefat Hemod û Rêvebirê Rêvebiriya Perwerdeya Derûnî û hejmarek ji wezîr û koşeyên Artêşa Niştimanî amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Nitimanî, tekezî li ser giringiya vê hevdîtinê di şopandina pêşhatên meydanî de û rawestana li ser rewşa amadebûa leşkerî li bal şervanan di eniyên şer de kir, û bal kişand ser giringiya avakirinê li ser tiştên erênî û derbaskirina nerênî û şaştiyan.
Û Elmislit cextî li ser giringiya yekîtiya kar û hevtemamkirina wî û berdewamiya hevkarî û hevrêziya dikeve xizmeta berjewendiya şoreşa Sûrî de ji bo pêkanîna daxwazên wî yên azadî û rûmet û demoqrasiyê kir.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî tiştê li Deraa bi şoreşgeran re çêdibe dişopîne, her weha têkiliya wê li gel dewletên ku di rêkeftina ku berî du salan de beşdarî kirine berdewam e.
Û Elmislit spasiya xwe bo tevaya rayedar û endamên Artêşa Niştimanî û Polîsên Leşkerî û Dadgeha Leşkerî pêkêş kir, û tekez kir ku ew sembolên rûmetê ne, û wan tiştê herî giran û biha ji bo bergiriya di ber gelê sûrî de pêşkêş kirine.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, li ser karên ku Hikûmet bo avakirina dezgehên Artêşa Niştimanî pê radibe axivî, û şanaziya xwe bi avakirina saziyên rasteqîn yên berevaniyê di ber Sûriyan de dikin û wan ji rijêma tawanbar diparêzin anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî