Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdilrihman Mustefa, bi amadebûna Wezîrê Rêvebirina Xwecihî û Xizmetkariyê, li gel hejmarek ji Serokên Encumenên Parêzgehan civiyan.
Û di hevdîtinê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û hejmarek ji Endamên Deseteya Siyasî û ya Giştî li baregeha Hikûmeta Sûrî ya Demkî li bajarokê Kefircenê li gundewarê Helebê amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî karên Wezareta Rêvebirina Xwecihî û Xizmetkariyê û karê Encumenên Parêzgehan û pirojeyên ku bidawî hatine û yên ku dê di qonaxa dahatî de kar li ser bibe temaşe kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi karê Wezareta Birêvebiriya Xwecihî û Xizmetkariyê û Encumenên Xwecihî anî ziman, û tekezî li ser giringiya berdewamiya hevkariyê û hevrêziyê û bilindkirina asta xizmetkariyên ji welatiyan re li deverên rizgarkirî têne pêşkêşkirin kir.
Û Elmislet tekez kir ku gera Hevbendiya Niştimanî ya niha li deverên rizgarkirî ew e ji bo ku ketwarê xizmetkariyê bişopîne, û dê li ser çakkirina pirojeyên nû yên ku dê derdeseriyên gelê me yî Sûrî sivik bikin raweste, û li ser pêşxistina karê saziyan bi awayê ku xelkê me li deverên rizgarkirî hêvîdare kar bike.
Û Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî tekezî li ser pêwîstiya temamiya rolan di navbera Hevbendiya Niştimanî weke sîwaneke siyasî û Hikûmeta Demkî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Encumenên Xwecihî wek amûrên cîbicîkar kir, û cextî li ser giringiya pêgiriya bi karê rasteqîn û birêvebiriyê daku bighêjin armancên şoreşa Sûrî kir.
Û Serokên Encumenên Parêzgehan li ser karê encumenan û astengiyên ku rastî wan tên axivîn, û tekezî li ser pêwîstiya karê bi hev re dest bi dest ji bo ku tevaya rêgiriyan derbas bikin û ketwarê girêdayî rewşa xizmetkariyê li deverên rizgarkirî çak bikin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî