Wednesday, May 7, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa Revendan ya Hevbendiyê li gel Hejmarek ji Encumenên Revendên Sûrî bo Şopandina Rewşa Deraa Dicive

August 10, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • Türkçe Nüsha
Ofîsa Revendan ya Hevbendiyê li gel Hejmarek ji Encumenên Revendên Sûrî bo Şopandina Rewşa Deraa Dicive

Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûrve li gel hejmarek ji Encumenên Revendên Sûrî li seranserî cîhanê bo şopandina pêşketinên bûyeran li Deraa lidar xist.

Û di civînê de Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî û endamê Desteya Siyasî Mihemed Qedah û endamên Desteya Giştî Eymen Elasimî û Basil Ginêm û Nûnera Hevbendiyê li bal Netewên Yekbûyî Meryem Çelebî û Nûnerê Hevbendiyê li Almaniya Fadil Efa Elrifaî û Nûnerê Hevbendiyê li Urdinê Tariq Ebas, amade bûn.

Û ji aliyê revendan ve Serokê Revenda Sûrî li Kiwêtê Mihemed Emîn Elherîrî, Cîgirê Serokê Revenda Sûrî li Îtaliya Elhekem Efendî, Endamê Encumena Revenda Sûrî li Danîmarkê Mihemed Îsmaîl Elhemdo, Endamê Revenda Sûrî li Romaniya Mazin Elrifaî, Serokê Encumena Revendê li Gazî Entab Mustefa Elhusên û Serokê Encumena Revendê li Gazî Entab Mihened Xetab, amade bûn.

Û Qedah şiroveyek giştî li ser rewşa Deraa bi gelemperî pêşkêş kir, û bi awayekî berfireh li ser pêşketinên dawîn ji destpêka rêkeftina sala 2018an de ta niha axivî, û bal kişand ser qonaxên gurkirinê yên dawîn wek sepandina bendên li ser çûnûhatina xelkê Deraa Elbeled û di pey re sepandina dorpêçkirinê û hewldanên serdegirtinê, û tekez kir ku xweragiriya xelkê Deraa Elbeled û piştgiriya bajarokên parêzgehê yên ku dijî rijêmê rabûne hewldanên serdegirtina bajêr ji aliyê rijêmê ve têk birin.

Û Qedah rêya danûstandinê yaku di navbera Komîteyên Navendî li Deraa ji alîkî de, û rijêm û Rûsiya de li aliyê din berçav kir, û bal kişand ser ku rijêma Esed rêzgirtin li rêkeftinên li ser lihev hatiye kirin di dema danûstandinan de nekir.

Û Serokê Desteya Danûstandinê Enes Elebde, diyar kir ku sedema kîna rijêmê li ser parêzgeha Deraa semboliya Deraa û şoreşgerên Deraa û mizgefta Elumerî di wijdanê şoreşgerên Sûrî de ye, û tekez kir ku rijêm dixwaze xweragiriya gelê Sûrî di riya lêdana semboliya vê parêzgehê re bişkîne.

Û Elebde eşkere kir ku sedema tiştê ku li Deraa çêdibe ew e ku rijêm û Îran bi hebûna nêzîkbûnê di nav Rûsiya û Emrîka de her weha guftûgoyên derbarê cÎbicîkirina biryara 2254an û gihiştina çareya siyasî li welêt hestyar in, û bal kişand ser ku hin rêyên pêwendiyê di navbera Emrîka û Rûsiya de piştî dirêjkirina biryara veguhestina alîkariyên mirovahî di riya sînor re vebûne.

Û Elebde li ser karên ku Desteya Danûstandinê bo rawestandina helmeta leşkerî û hilanîna dorpêçkirinê di riya pêwendiyên berdewam li gel Wezaretên Derve û Nûnerên Dewletên Çalak di doseya Sûrî de axivî, û tekezî li ser giringiya hevtemamkirina karê di navbera rikberiya siyasî ya fermî û revendên ku roleke giring di bandora li ser raya giştî û çêkerên biryarê li dewletên ku revendê lê ne kir.

Ji aliyê xwe ve Eymen Elasimî li ser bijardeyên berdest ên erênî û neyînî li pêşiya xelkê Deraa bo derbaskirina vê qonaxê axivî, û diyar kir ku bijardeya texmînkirî ew e ku têgihiştin li gel feyleqa pêncemîn û Rûsiya de çêbibe, daku milîsên Îranî û çeteyên rijêmê derbasî bajêr nebin, û nehêlin ku xelkê bajêr koçber bibin, û dorpêçkirin ji ser bajê bête hilanîn.

Û ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî li ser rola mezin yaku saziyên Sûrî-Emrîkî li Emrîka pê radibin yaku hiştiye endamên Kongirês û ta Wezîrê Derve yê Emrîka guh bidin bûyerên ku li Deraa çêdibin axivî, û tekez kir ku Rûsiya xwe wek aliyekî gerantor, xwe bi cerbandina bi sedên çekan li ser gelê Sûrî dibîne.

Û serokê Revenda Sûrî li Kuwêtê, Mihemed Emîn Elherîrî, diyar kir ku rijêm dixwaze xelkê bajêr di riya anîna hin kesayetên jêve nêzîk bixapîne, daku wan weke ku kesê nûnertiya çalakiyên Deraa dikin pêşkêş bike, ew jî ji bo danûstandina li gel wan û xapandina cîhanê, daku ji cîhanê re xuya bike ku xelkê Deraa dixwazin ku artîşa rijêmê derbasî bajêr bibe.

Û Elherîrî tekez kir ku çeteyên rijêmê nikarîbûn derbasî Deraa bibin ji ber xweragiriya xelklê wê û ji aliyekî dî ve cudahî û newekheviya di navbera helwestên rijêmê û kesên ku rijêm wan bikar tîne de.

Û Elhekem Efendî cextî li ser giringiya rola penaber û Revendên Sûrî di warê piştgiriya saziyên şoreşgerî yên siyasî û fermî kir, û tekez kir ku ev rol her roj zêde dibe, û her weha hewcedariya hevtemamkirina rolan di navbera wan de ta bighêje pêkanîna daxwazên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de.

Û Mazin Elrifaî li ser giringiya ku rojnamegeriya şoreşê her roj raporekê biweşîne û têde roniyê bide ser tiştê li Deraa çêdibin, daku derbarê Deraa weke jêderekî sereke be, ji bo ku li ser wê çalakiyên rojnemevanî yên Revendên Sûrî li seranserî cîhanê ava bibin.

Û Serokê Revenda Sûrî li Gazî Entab Mustefa Elhusên li ser rola ku Revenda Sûrî pê rabûye, di warê piştgiriya xweragiriya Deraa de tevî kêmbûna piştgiriya ku bêhtirê wê derûnî bûn axivî, û li ser hevdîtina ku di navbera Revenda Sûrî li Entabê û hejmarek ji saziyên Sûrî-Emrîkî de bo hevrêziyê di nav herdû aliyan de û sûdwergirtinê ji serboriya saziyên Sûrî-Emrîkî axivî.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendiya Niştimanî li gel “Elcebhe Elweteniyê Liltehrîr” li Cindirêsê Dicive

Hevbendiya Niştimanî li gel “Elcebhe Elweteniyê Liltehrîr” li Cindirêsê Dicive

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.