Serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb careke din tekezî li ser helwesta desthilata xwe kir û got ku giring e tu rola Beşar di paşeroja Sûriyê de tune be.
Ebû Heteb di kongirê rojnamevanî de li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, tekez kir ko ji gava desthilata demkî hatiye damezirandin, li herêmên derveyî kontrola rêjîmê bi cih bûye.
Li ser helwesta desthilata wî ji paşeroja serekê rêjîmê Beşar Elesed, Ebû Heteb got ku helwesta me her ew e, û giring e Beşar biçe û divê di qonaxa veguhêz de tunebe, û bêtir got: “ji bil hevalbendên wî Rûsya û Îran, wan nedîtiye ti dewletên din xwestine bimîne”.
Derbarê raportên ragihandinî yên ko li ser hevdîtina berdevkê berê yê Aniya Fetih Elşam digel Ebû Heteb bi amanca damezirandina desthilateke hevbeş hatibûn belavkirin, Ebû Heteb mandel kir û got ko çi danûstandin bi Desteyta Tehrîr Elşam re nehatine kirin.
Serokê desthilata Sûrî ya demkî bal kêşand ser ko ne bi sîstema dezgehî be birêvebirina herêmên derveyî kontrola rêjîmê nayê kirin, destnîşan kir ko desthilata wî dixwaze wezareta navxweyî damezirîne û ewê li herêman tevan belavkirî be.
Desthilata Sûrî ya demkî 2 tîrmeha borî digel çend çalakvaniyên bajêr li bajarê Sermeda bakurê Idlib civiya, bi amanca ku rola dezgehên desthilatê û encûmenên xwecihî li herêmên derveyî kontrola rêjîmê mukum bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî