Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Derbarê Pêşketinên Parêzgeha Deraa

September 6, 2021
in Daxwiyanî
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Hevbendiya Niştimanî di riya Desteya xwe ya Siyasî re bi awayekî berdewam pêşketinên li Deraa çêdibin dişopîne, û pêwendî li gel nûnerên xelkê me li wir berdewam in, û hemî karînên Hevbendiyê tev komîte û ofîsên wê di xizmeta Deraa û xelk û nûnerên wê de ne, û em piştgiriya xwe ji wan re tekez dikin, û rewşa wan li ber çav digirin.

Divê lihevkirin û pilanên ku bi kotekî û terorê têne sepandin, tenê wek tawanên dijî mirovahiyê yên ku gelê me rastê wan tê bên dîtin, nemaze ku ew rêkeftin di bin fişareke mezin de li ser perçeyeke erda biçûk a ji aliyê sê artêşan ve hatiye dorpêçkirin pêk tê.

Pir ron û zelal e ku çi lihevkirina ku îro hêzên dagîrker yên Rûsî û Îranî têde beşdar in, ti nirx û duristiya wan tune ye, û ew lihevkirin hewcedarî garantiyên navdewletî yên cidî ne, ji bo ku aştiya sivîlan dabîn bike, û helwesteke vebir bistîne, daku kêmtirîn astên debara jiyanê dabîn bibe, û rûmeta xelkê me li Deraa biparêze.

Divê dewletên xwedî-bandor û dewletên bira bi awayekî cidî û lezgîn bilivin, daku tawanê rawestînin, û çembera dorpêçkirinê ji ser xelkê me di zûtirîn dem de vekin, û alîkariyên mirovahî û bijîşkî bê derengî derbas bikin, ji ber ku piştguhkirina berpisyariyê derbarê parastina sivîlan li Deraa dê encamên wê xirab bin.

Îro metirsiya Îranî yaku me hişyarî jê daye û ji bandorên wê û berfirehbûna wê ya wek penceşîrê pir caran daye xuyakirin. Bûye ketwarek li hember çavê her kesî, û vaye milîsên Îranî li ser tixûbê dewleteke erebî ya nû ne, û em hêvîdar in ku bihayê vê yekê ne giran be, û dewletên erebî tevgerê bikin, û metirsiyê nas bikin berî ku hîn bêhtir ziyan çêdibin, û berî ku ziyanin dî yên veger jê tune be pêk bên.

Desteya Siyasî di avakirina helmeteke navdewletî û birêkirina hejmarek ji nameyên diplomatîk û yadnameyên yasayî bo Wezaretên Derve û saziyên navdewletî, derbarê binpêkirinên ku rijêma Esed û piştgirên wê dijî xelkê bajêr pêk tîne berdewam e, û Hevrêzî û xebatên piştgiriyê ji bo pêdariya xelkê Horanê dijî êrîşên rijêmê û alîgirên wê didome, her weha hevrêziya li gel Netewên Yekbûyî û dewletên xwedan-bandor û saziyên mirovahî û mafnasî.

Em careka dî piştgiriya xelkê me yê dorpêçkirî tekez dikin, û em pesna pêdarî û mana wan li ser xakê didin, û ji şoreşgerên Sûriyê û peyayên wê, nemaze peyayên Horanê li hemû bajar û gundan tê xwestin ku bi gelemperî piştgir bin, daku pirojeya Îranê ya kirêt têk biçe, û rêbaza rijêma tawanbar yaku li ser bingeha koçberkirin û qirkirinê ava bûye bişke.

Deraa dê bimîne landika şoreşa Sûriyê û striyê di gewriya zordar û stemkar û dagîrkeran de, û mirovê Sûrî yê pişta xwe bi mafê xwe û hezkirina azadî û rûmet û dadweriyê girêdaye, dê bimîne têkoşerê li ser riya şoreşê bi hemû alavên berdest ta ku daxwazên xwe pêk bîne, û azadiya xwe vegerîne.

Hêza gelê Sûrî û rijdiya wî li ser azadî û rûmetê, dikare hejmarek mezin ji bijardeyên nû biafirîne, ew derfetên ku dihêlin berdewamiyê di şoreşa xwe de bikin, û daxwazên xwe yên mafdar misoger bikin.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Karûbarên Penaberan

6  Rezber 2021

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post
Ofîsa Têkliyên Derve Behsa Rewşa Deraa û Helwestên Dewletan Derbarê Gurkirina Metirsîdar Dike

Ofîsa Têkliyên Derve Behsa Rewşa Deraa û Helwestên Dewletan Derbarê Gurkirina Metirsîdar Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.