“Koma Kar Ji Bo Felestîniyên Sûriyê” li ser malpera xwe ya fermî îro anî ziman ko nêzî çarhezar penaberên filestînî ji destpêka şoreşê de adara 2011ê hatine kuştin.
Di rapoerta koma kar de hat ko hejmara qurbaniyên Filestînî yên ko koma kar karîbû wan belgeh bike (3572) kes in, (462) ji nav wan jin in.
Komê di raporta xwe de bêtir got ko hêj (1633) girtiyên Filestînî di zindanên şaxên ewlekariyê û istixbaratên rêjîma Esed de hene, (103) ji wan jin in.
Raporta komê diyar kir ko (198) penaber (jin û mêr) bi neguhdana bijîşkî û kêmxwarinî ji encama dorpêçê, û piraniya wan li muxeyem Yermûk, jiyana xwe ji dest dane.
Komê di raporta xwe de destnîşan kir ko dorpêça hêzên Esed û komên Elcebhe Elşe’biyê-elqiyade Ela’me ya li ser Muxeyem Elyermûk gihaye (1513) rojan li pey hev, û got ko av ji ser Muxeyemê Dera’ ji berî bêtir ji (1250) rojî ve li ser hev, û ji ser Muxeyem Yermûk li Şamê ji (1091) rojan ve hatiye birrîn.
Raportê tekez kir ko xelkên Muxeyem Elhenderat li bajarê Helebê ji (1586) rojan ve ji vegera malên xwe bêpar in, û Muxeyem ji (339) rojan ve di bin kontrola hêzên rêjîmê de ye.
Koma kar di tîrmeha borî de anî ziman ko 1621 girtiyên Filestînî di binê zindanên istixbaratên rêjîma Esed de ne, û bêtir ji 100 jinî di nav wan de heye.
Koma kar ya ji bo Filestîniyên Sûriyê ya bargeha wan li Londonê ye û ji kesayetiyên Filestînî û Erebî pêk tê, ji bo binpêkirinên derheqê Filestîniyên Sûrî de dibin belgeh bikin, di çaxê ko çi dezgehên fermî û nefermî nîn in ko evî karî bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî