Komîteyeka navdewletî tekez kir ku rijêma Esed berpirsyar e di ber encamdana 27 êrîşên kêmiyayî de ji hejmara 33 êrîşên kêmiyayî, û ji wan êrîşa kêmiyabarankirina Xanşîxon li gundewarê Idlibê li nîsana borî, ku têde nêzîk 100 şehîdî ket tevî jin û zarokan.
Komîta lêkolîna navdewletî derbarê mafên mirov li Sûriyê, duhî roja çarşemê di kongirekî de li Cinêv di raporteke taybet de got ku Xanşîxon bi rokêtên gaza sarîn ji aliyê hilîkopterên Rijêmê hat bombebarankirin û têde bi sedên sivîlan şehîd û birîndar ketin.
Ji aliyê lêkolîneran ew çîroka Rijêmê û hevalbenda wê Rûsiya red kirin, ya digot ku êrîş bi armanca bombebarkirina enbareke çekên kêmiyayî ya opozisyona Sûriyê bû.
Raportê got ku Rijêm berpirsyar e di ber 27 êrîşan ji hejmara 33 êrîşên kêmiyayî de, û bal kişand ku heft êrîş hatine encamdan di navbera 1 adarê û 7 tîrmehê de, û got ku Amerîka di pêkanîna êrîşên parastinê de berî êrîşên kêmiyayî têkşikest, û hêjayê gotinê ye ku firokxaneya Elşi’îrat ya serbazî ji aliyê hêzên deryayî yên Amerîk hat bombebaran kirin wek bersivekê li ser kêmiyabarankirina Xanşîxon, û ligor Waşinton, firok ji wê binkeyî rabûn û Xanşîxon bombebaran kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Hevbendiya Niştimanî / Wekalat