Şandê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Emrîka, hevdîtinek li gel Cîgirê Serokê Encumena Wezîran Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Kurê Ebdilrihman al Sanî û şandê pêre li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî lidar xist, û di hevdîtinê de behsa pêşhatên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kirin.
Û şandê Hevbendiya Niştimanî ji Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde û Cîgira Serok, Ruba Hebûş û Sekretêrê Desteya Siyasî, Ebdilmejîd Berekat û endamê Dseteya Danûstandinê, Îbrahîm Biro pêk dihat.
Û Şandê Hevbendiya Niştimanî spasî bo Dewleta Qeterê li ser rola wê ya çalak di doza Sûriyê de û helwestên wê yên piştgir bo doza Sûrî li ser hemî astan û nemaze piştgiriya mirovahî û yasayî pêşkêş kir, û Sandê Hevbendiyê tekezî li ser rola Qeterê di piştgiriya gelê Sûrî de û daxwazên wî yên mafdar di azadî û rûmet û veguhestina siyasî de kir, û hişyarî ji kêmbûna guhdanê bi doseya siyasî li ser asta navdewletî da.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî, şiroveyek li ser pirosesa siyasî û pêşketinên karê Komîteya Destûrî ya Sûrî û hevdîtina dawîn li gel Şanderê Navdewletî Geir Pederson û berdewamiya jikarêxistina rijêma Esed ji çi çareya gengaz li welêt re pêşkêş kir.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Qeterê careke dî helwestên welatê xwe yê neguhêr û piştgir bo gelê Sûrî nû kirin, û got ku doseya Sûrî di tevaya civatên ku Şandê Qeterî li New York pê radibe amade ye.
Û tekez kir ku Dewleta Qeterê piştgiriya çareya siyasî li Sûriyê li ser binyada daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Ewlekariyê 2254an dike, û tekezî li ser giringiya gihiştina rêkeftina agirbesteke tam li welêt kir, ji ber ku ew ê di hêsankirina gihiştina alîkariyên mirovahî bo deverên rizgarkirî de alîkar be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî