Encûmena Niştimanî ya kurd (ENKS) di daxuyaniyekê de, riftar û kiryarên kuştinê û bidarvekirina bikom li qadên bajaran û sercem awayên çewsandinê û regezperistiya newtewî ya rijêma Îranê dijî gelê kurd li Kurdistana Rojhilat şermezar kir.
Û ENKSê hevxemiya xwe dupat kir ligel gelê kurd li Îranê û tevger û partiyên wî yên bi xweragerî xebatê dikin li dijî rijêma wê ya gendel û regezperist, ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê kurdistanê, herwiha ENKSê bangewazî da NY û rêxistin û saziyên navdewletî û hikûmetan ji bo bêdeng nemînin û bi rijdî kar bikin ji bo rawestandina tawankariyên rijêma Îranê û danîna sînorekî jêre, û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo rizgarkirina gelên Îranê bi giştî û gelê kurdistanê bi taybetî ji vê rijêma stemkar, û bidestxistina azadiyê û jiyaneke birûmet.
Di daxuyaniya ENKSê de hat: “Di heman dema ku rijêma melayên Îranê destêwerdana di dewletên navçeyê de û wêrankirina ewlehî û seqamgeriya wan ji xwe re wek rêbaz dibîne, û piştgiriya rijêm û desthilatên diktator li navçeyê dike, ew berdewam e di tepeseriya gelên Îranê de bi awayekî hovane, ku netenê êdolojî û boçûnên xwe yên mezhebî disepîne û azadiyê gem dike û xelkê bêdeng dike û bi hezaran di girtîgehên xwe de zindan dike, ew çek û guleyan di kuştina xelkê sivîl de bikar tîne û bidarvekirinên bikom li qadên bajaran pêktîne, û bi taybetî li dijî gelê kurd û tevgera wî ya rizgarîxwaz li kurdistana Rojhilat.
Û rijêma Îranê bi dirêjahiya desthilata xwe kuştinê û siyasetên dijminkarî li dijî gelê kurd bi kar tîne, û rola gelê kurd ya erênî her ji rojên pêşîn ji şoreşa gelê Îranê de red dike, û ev siyaset bûye pêrew û reftarek ji bo tepeserkirina rojane û darvekirina ciwanên kurd bi armanca tirsandin û têkşikandina viyana xebata wan ya rewa ji bo bidestxistina mafên xwe “.
ENKSê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku di heşt heyvên borî de rêjîma îranê zêdetir ji 50 kesan şehîd xistine, û 115ên din birîndar kirine, di dema bêdengiya civaka navdewletî li hember tewanên vê rijêma şerxwaz ya bûye jêdera belavbûna kiryarên dijemirov li cîhanê.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsheha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî