Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danşûstandinê li Emrîka, bi Şandê Mîrnişîna Liechtenstein re di Netewên Yekbûyî de li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û behsa rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kirin.
Û di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Istêfo, û Herdû Endamên Desteya Danûstandinê Îbrahîm Biro û Fedwa Elicêlî amade bûn.
Û ji aliyê Şandê Liechtenstein ve Nûnerê Herdem yê Mîrneşînê di Netewên Yekbûyî de Balyoz Mr. Christian Wenaweser û Rêvebirê Ofîsa Karên Derve yê Şandê Balyoz Martin Freik amade bûn.
Û Şandê Hevbeş li ser pêşketinên rewşa meydanî û bombebarana ku rijêma Esed û piştgirên wê dijî sivîlasn li deverên rizgarkirî pê radibe axivî, û tekez kir ku agirbesta ku di adara 2020an de hatiye îmzekirin rêjeya karên dijminkarî bi awayekî mezin daxist, lê ew kêmkirinek rêjeyî bû di warê derdeseriyên ku ji destpêka sala bûrî de peyda bûne.
Û Şandê bal kişand ser ku hêzên rijêmê di girtina kotekî û îşkencekirin û bidarvekirinên yekser dermafê girtiyan û pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê berdewam e, weku rêxistinên teroristî yên dîtir jî kirine.
Û Şandê cext kir ku dem hatiye ku rewşa Sûriyê di pêşiya dozan de be, û hemî bizavên gengaz bêne kirin, daku çareya siyasî ya berfireh pêk were, û ji agirbesta yekser li ser asta dewletê de dest pê bibe.
Û Şandê Hevbeş rêzdarî bo Mîrnişîna Liechtenstein li ser rol û piştgiriya giropê “lêpirsîn û zelaltiyê” yaku xebata xwe bi çaksazkirina şêweyên karê Encumena Ewlekariyê ve girêdayî ye anî ziman, û ku fişarê ji bo pirosesa lêpirsînê û mîkanîzmên dadweriya veguhêz di Netewên Yekbûyî de û Sûriyê bike.
Û Şandê ji Mîrnişîna Liechtenstein ê daxwaza piştgiriya mîkanîzmeke bêalî û serbixwe bo diyarkirina çarenûsa girtî û winda û binçavkiriyên kotekî li Sûriyê kir, her weha piştgiriya pêşniyaza lidarxistina dadgeheke Ewropî ya taybet bo Sûriyê bike, daku bizavên dadgehkirinan li dewletên Ewropî û serboriyên pêwîst yên dewletên Ewropî û çi dewletekî dîtir yê ku dixwazin tevlî rêkeftina vê dadgehê bibe bike yek.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî