Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, û Desteya Danûstandinê ya Sûrî li Emrîka, bi Şandê Emrîka di Netewên Yekbûyî de li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de herdû Cîgirên Serokê Hevbendiya Niştimanî, Ruba Hebûş û Ebdilhekîm Beşar û Endamê Desteya Danûstandinê, Îbrahîm Biro û Cîgirê Nûnerê Herdem yê Emrîka di Netewên Yekbûyî de, Richard M. Mills, amade bûn.
Û Şandê Hevbeş tekezî li ser giringiya rola Emrîka di doseya Sûriyê de û berdewamiya fişarên li ser rijêmê û piştgirên wê di hundir Encumena Ewlekariyê de kir, daku bighînin çareyeke siyasî û hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê pêk bînin.
Û Şandê tekezî li ser pêwîsta vekirina tevaya sepetên di biryara 2254an de hetine kir, û ku divê kar ne tenê bi sepeta Komîteya Destûrî ya Sûrî be.
Û Şandê li ser giringiya berdewamiya sizayên li ser rijêma Esed hatine sepandin û bi awayekî li ser Serokê rijêmê û sembolên wê bêyî ku nêzî alîkariyên mirovahî û bizîşkî bibe kir, û hişyarî ji çi hewldanên normalkirina têkliyan bi rijêmê re an vegerana wê bo Komkara Erebî da.
Û Şande li ser tawanên ku rijêm li Idlibê û milîsên PYD li rojhilatê Ferêt pêk tînin axivî.
Û Şandê Hevbeş cextî li ser giringiya tevgerekê bo doseya girtiyan û piştgiriya destpêşxeriyan û dîtina mîkanîzmeke serbixwe bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî kir.
Û ji aliyê xwe ve Balyozê Emrîka tekezî li ser piştgiriya pirosesa siyasî bo cîbicîkirina temamê biryara 2254 ji hêla welatê xwe ve kir, her weha piştgiriya doseya alîkariyên mirovahî.
Û tekezî li ser berdewamiya sizayên li ser rijêma Esed hatine sepandin kir, û ku veger jê tuneye ta gihîştina çareya siyasî li welêt.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî