Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimamnî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, li Emrîka, bi Şandê Kiwêtê re li baregeha Netewên Yekbûyî li rex civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî civiya, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û pirosesa siyasî li Sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê, Enes Elebde û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê û Serokê Ofîsa Têkliyên Derve di Desteya Danûstandinê de Bedir Canmûs, û Sekretêrê Desteya Siyasî, Ebdilmejîd Bereket û Nûnera Hevbendiyê di Netewên Yekbûyî de, Meryem Çelebî, amade bûn.
Û ji Şandeya Kiwêtê Nûnerê Kiwêtê yê Herdem di Netewên Yekbûyî de Balyoz Mensûr Ayid Elitêbî, beşdar bû.
Û Şandê Hevbeş spasî bo Dewleta Kiwêtê li ser rola wê ya girîng di rawestana li kêleka gelê Sûrî di daxwaz û hêviya pêkanîna azadî û rûmet û demorasiyê de pêşkêş kir, û rola wê ya mezin di warê alîkariyên mirovahî û dirêjkirina biryara 2585 de anî ziman.
Û Şandê tekez kir ku bêlivbûna pêvajoya siyasî ya ji encama kêmbûna guhdana navdewletî bi doseya Sûriyê, nirxê wê pir biha bû li ser gelê Sûrî, û daxwaza pêşdebirina pirosesa siyasî ta bighêje çareya siyasî kir, û got ku ev mijar jî hewcedarî piştgirî û piştevaniya birayên me li Kiwêtê ye.
Û Şandê diyar kir ku bêhtirê dewletan ji aliyê siyasî bidûr dikevin û girîngiyê didin aliyê mirovahî, û tekez kir ku doza gelê Sûrî ne tenê dozeke mirovahî ye, û çareya siyasî dê karibê tevaya kêşeyên ku gelê Sûrî derdeseriyên wan dikşîne çareser bike.
Û Şandê bal kişand ser ku metirsî li ser cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 heye, ji ber ku di biryarê de çar rê hene, lê ta niha tenê xebat li ser rêyekê dibe, û ew jî bi giranî rêve diçe, û bal kişand ser pêwîstiya tevgerekê ji aliyê dewletên dost û birayên gelê Sûrî ve ye, ji bo ku kar li ser vekirina tevaya sepetan bibe, û pirosesa siyasî lezgîn bibe.
Û Şandê hişyarî ji derbasbûna Îranî di hundir civaka sûrî de da, û tekez kir ku ev tişt metirsiya wê ne tenê li ser Sûriyê heye, lêbbelê metirsiya mijarê li ser tevaya dewletên ereb heye.
Û Şandê tekezî li ser giringiya kar li ser doseya girtiyan kir, ji ber ku dozeyeke sereke ye û têkildarî her sûriyekî ye, û daxwaza piştgiriya çi destpêşxeriyê derbarê avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya bêalî daku girtiyan serbest berde û çarenûsa binçavkiriyên kotekî diyar bike kir, her weha kartêkerkirina doseya lêpirsîn û sizadanê.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Kiwêtê tekezî li ser berdewamiya welatê xwe di piştgiriya çareya siyasî de li Sûriyê li gor biryara 2254 kir, û got ku dewleta Kiwêt di pêşkêşkirina piştgiriyên mirovahî de berdewam e, û ew piştgiriya serwerî û yekîtiya Sûriyê dike.
Û Balyozê Kiwêtê pesnê bizavên Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê da, li ser livandina wê ji doseya Sûrê re di riya hevdîtin û civatên ku lidar dixin, û got ku ev jî nîşana berdewamiya kar e, tevî hemî fişaran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî