Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimamnî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî, li Emrîka, bi Balyoza Birîtaniya li Washington Karen Pierce re civiya, di nav zincîrek ji hevdîtinên siyasî yên ku şandê hevbeş li balyozxane û ofîsên çêkirina biryara emrîkî lidar dixe.
Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî, Salim Elmislit û Serokê Desteya Danûstandinê, Enes Elebde û Cîgira Serokê Hevbendiyê, Ruba Hebûş, amade bûn.
Û Şandê Hevbeş li ser pêşketinên rewşa meydanî li Idlib û Deraa û binpêkirinên rijêma Esed yên berdewam û nepabendbûna rijêmê bi naveroka biryara 2254 a girêdayî bi dozên di ser danûstandinê re û yên girêdayî bi agirbesta berfireh û tam û serbestberdana girtî û binçavkiriyan re axivî.
Û Şandê Hevbeş bal kişand ser giringiya kartêkerkirina pirosesa siyasî û vekirina tevaya rêyên ku di biryara navdewletî 2254an de hatine, û divê bi rêya Komîteya Destûrî tenê negrin, û tekezî li ser pêwîstiya kar li ser doseya girtiyan û lêpirsîn û sizadanê kir.
Û bal kişand ser ku metirsî hene ku biryara 2254an cîbicî nebe, û got ku eger vîneke navdewletî ya rasteqîn tune be, dibe ku rijêm ji bichanîna biryara navdewletî bireve.
Û Şandê Hevbeş daxwaza nehêlana çi hewldanên normelkirina têkliyan li gel rijêma Esed ji Birîtaniya kir, her weha xwest ku sizayên li ser rijêmê hatine sepandin bimînin, lê bêyî ku alîkariyên mirovahî û dozên girêdayî bi bêtara korona ve tevlê bin, û tekezî li ser pêwîstiya ku çi pereyên nûavakirina Sûriyê nedin berî ku piroseseke siyasî serkeftî pêk were.
Ji aliyê xwe ve Balyoza Birêtaniya li ser piştgiriya welatê wê ya berdewam bo pirosesa siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254an axivî, û bal kişand ser ku derbaskirina çi biryarê di Encumena Ewlekariyê de ji ber VETOyê Rûsî yê ku Encumen jikardixe dijwar e.
Û Balyoza Birîtanî tekez kir ku siyaseta Birêtaniya û Ewropa derbarê perenedanê ji bo nûavakirinê berî bicihanîna çareya siyasî ya berfireh nayê guhertin, û got ku li bal Birêtaniya doseya girtiyan di pêşiya tevaya doseyan de ye, û ew piştgiriya çi destpêşxeriya di vî warî de dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî