Thursday, May 8, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Daxwiyanî

Derbarê Daxwiyaniyên Betriyerkê Maronî yên Taybet bi Penaberên Sûrî li Libnanê

October 2, 2021
in Daxwiyanî
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî

Sûriyên ku xelkê welatê bi kok û binyad in û ji bona azadiyê xwîn û giyanê xwe bi dirêjiya deh salan pêşkêş kirine û hîn jî pêşkêş dikin, ne hewcedar in ku hinek di bîra wan de bînin ku Sûriya welatê wan e, û vegera penaber û koçberên Sûrî bo vî welatî berpisyariyeke niştimanî û mirovahî û navdewletî ye.

Lê vegughestina doseya penaberan ku bibe doseya nakokiyên siyasî cihê retkirinê ye, û dijî kêmtirîn hestên mirovahî ye, nemaze ku dema kêşeyên rêvebirî û aborî û siyasî bi penaberên Sûrî ve têne girêdan, û ji paş wê ramana çewt tekeziyê li ser pêwîstiya vegerandina penaberên Sûrî bi awayekî kotekî dikin, li gor ragihandinên şermezarkirî yên ji hêla Betriyarkê Maronî Bişara Alra’î ve ji Libnanê derketine.

Em di bîra Betriyerkê Maronî de tînin, ku yek ji giringtirîn sedemên koçberbûna Sûriyan berve dewletên derdora Sûriyê, nemaze Libnanê, terora milîsên Hizbullah ya Libnanî bû, ya ku tevlî cenga dijî gelê Sûrî bûye, û di bin siloganên mezhebî yên kirêt de xwîna Sûriyan rijandiye, lewra yê ku dixwaaze doseya penaberên Sûrî li Libnanê çareser bike, divê di pêşî de tiliyên xwe berve tawanbarên ku bûne sedema koçberbûnê dirêj bike, ne ku gazinan ji qurbaniyan bike, an derdeseriyên wan ji  bona armancên xwe yên siyasî bikar bîne.

Di vî warî de, çênabe ku em pesna hejmarek mezin ji birayên me li dewletên derdora Sûriyê nedin, yên ku bi hişmendiyeke mirovahî û biratî li gel penaberên Sûrî didin û distînin, tevî ku tevaya wan dibêjijn ku bandorên koçberiyê û penaberiyê li ser astên civakî û aborî hene.

Çênabe rewşa Sûriyê bi pîvana kesê bûye wek alî û asteng were temaşekirin, ji ber ku raporên navdewletî li ser hev tekez dikin ku vegerandina kotekî ji çi kesê Sûrî re bo deverên di bin kontirola rijêmê de, an deverên ku ji aliyê milîsên rijêmê an milîsên Îranî û hizbullah ve têne armanckirin û bi balefir û topxaneyên Rûsî her roj têne bombarankirin, tawaneke rasteqîn e, û dermafê penaber û yasaya navdewletî binpêkirin e.

Erkê xwediyê van ragihandinan e, ku rapora Saziya Lêborînê ya Navdewletî a ku di destpêka heyva bûrî de derketiye bibînin, yaku di bin navê “Tu Berve Mirinê Diçî” de derketiye, û dê baştir be ku ew rapor li gel nameya Papa ya dahatî be, daku hûrbîniyên rapora metirsîdar yaku tenê aliyekî biçûk ji bobelatên ku hin penaberên Sûrî yên bi kotekî vegeriyane deverên rijêmê diyar dike bibîne, penaberên ku piştî vegerandina bi kotekî di pêşî de rastî tawanên îşkencekirin û destdirêjiya seksî hatine.

Em berpisyariya oldaran di belavkirina nameya hezkirin û pêkvejiyana mirovahî tekez dikin, û divê gotara wan dûrî gotara nefret û handana ser dijîtiyê be, ji ber ku bandora wê ya metirsîdar  li ser aştiya civakî û têkliya civatan bi hev re heye.

Careka dî em berpisyariya civaka navdewketî û dewletên xwedî-bandor derbarê rêzgirtina rêkeftinên navdewletî yên girêdayî penaberan tekez dikn, ku nehêlin çi penaber an koçber, bi çi awayî be, di bin çi bihaneyê de be, vegerînin Sûriyê.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

Ofisa Karûbarên Penaberan

02  çirya pêşîn 2021

ShareTweetSend

Related Posts

Daxwiyanî

Derbarê peymana agirbesta li Xezzeyê

January 16, 2025
Daxwiyanî

Derbarê hevdîtina serkirdayetiya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya rêveberiya nû ya Sûriyê re

January 12, 2025
Daxwiyanî

Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê dide bi koçadawîkirina Şêx Sariya El-Rifaî

January 6, 2025
Next Post

Destê Alîkariyê bo Rijêma ku Rewaya Wê Nema ye Wek Pejrandin û Pişikdariya di Tawanên wê de ye

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.