Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Piştî deh salan ji cenga hovane ya berdewam ji hêla rijêma Esed li ser gelê Sûriyê û kuştina melyonek sivîl û girtina çariyek melyon kes û koçberkirina nîvê gel, gelo ev qebariya mezin ji tawanan têrê nake ku têkiliyan bi rijêma qirkirinê re vejîn nekin?
Çênabe çi sedemên aborî bibin behane ji bo têklî li gel rijêma Esed ya tawanbar dubare bibin, çimkî rijêmê hişt ku Sûriya bibe ji dewletên herî perîşan di cîhanê tevî de, di dema ku rijêm nikare nan û sotemeniyê dabîn bike, ma dewlet çi hêviyê jê dikin, an rijêm dikare çi ji wan re bişîne ji bilî kêşe û binkeftinan.
Li şûna xebatên li ser biserxistina rijêmê, divê kar li ser bidawîanîna pirsgirêkê ji kok de bibe, ji ber ku çênabe rijêma qirkirinê bibe fakterê aramiyê, bêserûberî û tawan beşek ji binyada rijêmê ye, û ew ji bo manê xwe dispêrê ser tawan û bêserûberiyê.
Em ji tevaya dewletên ku destê alîkariyê didin rijêma tawanbar û nerewa, an yên dixwazin wê gavê bavêjin daxwaz dikin ku baş biramin û lez nekin, ji ber ku pejrandina vê rijêmê û têkliyên pêre, tê wateya pejrandina doseya wê ya dirêj ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku ev rijêm dermafê gelê Sûrî ji deh salan de pêk tîne.
Em bi pesindarî helwestên dewletên ereb ên bira û dewletên dost tînin ziman, yên ku li ser helwestên xwe yên pirensîpî beramber rijêma qirkirin û tawanên dijî gelê Sûrî mane, û hîna di piştgiriya gelê Sûrî û daxwazên wî yên mafdar di azadî û rûmet û serxwebûnê de berdewam in.
Rêşûna navdewletî ya tê xwestin daku Sûriya vegera çarçoveya xwe ya erebî û navdewletî û hevrêzî û karê hevbeş li gel Sûriyê bibe, divê dest bi cîbicîkirina biryarên navdewletî bibe, û tawanbarên cengê bêtin sizadan, û tawanbar ji cezayan rizgar nebin, li kêlek karê veguhestina siyasî daku Sûriya berve sîstemeke sivîl a nû ve here, li gor daxwiyaniya Cinîvê û biryara Encumena Ewlekariyê 2254.
Em daxwazê ji birayên xwe yên dewletên erebî dikin, ku piştgiriya dewletên ku dixwazin rijêma Esed ji ber tawan û binpêkirinên wê de siza bibe bikin, û daxwaza hilgirtina berpisyariyê derbarê pêşdebirina civaka navdewletî û Encumena Ewlekariyê û aliyên navdewletî yên xwedî-bandor bo avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya vebir dikin, û têda sizakirin li gel rêşûnên piroresekê di çarçoveyeke dem -nîşankirî de be, daku rawestandina tawanên berdewam li Sûriyê misoger bibe, û derdeseriyên bidehên hezaran ji girtiyêan di zîndanên rijêmê de bidawî werin, û vegera ewle bo koçberan misoger bibe, û biryarên navdewletî bo pêkanîna veguhestina siyasî cîbicî bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
03 çirya pêşîn 2021