Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Winda û Girtiyan, Yasir Elferhan, dît ku doseya girtiyan doza mirovahî ya herî biêş e û bêhtir hewcedara guhdanê ye, ji ber ku bi awayekî yekser têkildarî bêhtir ji 5 melyon kes ji xwidiyên qurbaniyan e.
Û Elferhan di komcivîna ku li rex civatên Encumena Mafên Mirovan ya girêdayî Netewên Yekbûyî de beşdarî kiriye, tekez kir ku rapor li bal Desteyê hene diyar dikin ku rijêma Esed di îşkencekirina ta mirinê bi awayekî rêbazkirî berdewam e, û li ser hukmên meydanî nû dermafê girtiyan derketine axivî, û got ku li gor agahiyên dîdevanan û malbatên qurbaniyan , bidarvekirin bi awayekî berfireh û rêbazkirî û berdewam pêk tên.
Û Elferhan bal kişand ser ku destê rijêma Esed dirêjî penaberên Sûrî li Libnanê jî dibe, ew jî di riya destekê wê Hizbullah re, û got ku rijêm kiryarên xwe naguherîne, û girtina kotekî û binçavkirin û îşkencekirin û kuştinê wek stratîcîyeke yekta bikar tîne, daku desthilatdariya xwe li Sûriyê berdewam bike.
Û Elferhan got ku tirseke mezin li bal me heye ku bi armanca xwe-rizgarkirina ji doseya girtiyan rijêm jiyana girtiyên di zîndanan de mane bidawî bîne, û bal kişand ser ku tu pêşdeçûn derbarê rizgarkirina girtiyan ji îşkencekirin û mirin û rizgarkirina malbatên qurbaniyan ji fişarên dana pereyan bi kotekî çênebûye.
Û Elferhan cextî li ser pêwîstiya ku mîkanîzmeke navdewletî ya nû û kartêker bo diyarkirina çarenûsa windayan û radestkirina termê qurbaniyan were dîtin kir, û tekez kir ku pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyê û deverê bêyî ku tevaya aliyên navdewletî pêngavin rasteqîn bavêjin çênabe, daku di warê serbestberdana girtiyan de pêşde here, û mafên qurbaniyan bête dayîn û nehêlin ku tawanbar ji cezayan rizgar bibin.
Û Elferhan dît ku kêşeya penaberan bidawî nabe bêyî sepandina rêşûnên ku saxlemiya wan dabîn dikin, û dest bi rawestandina îşkence û kuştin û girtin û serbestmerdana yên di zîndanên rijêmê de mane bibe.
Û Elferhan bang li tevaya aliyan kir ku pêngavin berçav wek yên ku Keneda û Birêtaniya pê rabûne ji encama pabendnebûna rijêmê bi rêkeftinên dijî îşkencekirinê û rêkeftinên dîtir bavêjin, weke sedemeke ku têrê dike da li gor wê nûnertiya dewleta Sûriyê ji rijêmê bistînin.
Û Elferhan got ku rijêma Esed ta niha qerfan bi tevaya biryarên navdewletî yên ji hêla Encumena Ewlekariyê û Encumena Mafên Mirovan û Komeleya Giştî derketine dike, û peymana Netewên Yekbûyî û Daxwiyaniya Cîhanî ya Mafên Mirovan û rêkeftinên ku li ser wan hatiye îmzekirin di vê derbarê de binpê dike.
Û Elferhan ji saziyên navdewletî xwest ku fişaran li ser rijêma Esed bisepînin, daku tevaya zîndanên Sûriyê yên veşartî û yên aşkere li pêşiya komîteyên lêpirsînê û şandên çavdêriya mirovahî veke, û bal kişand ser ku pêwîst e hevbendiyeke Navdewletî û Sûrî bo diyarkirina çarenûsa windayan û serbestberdana girtiyan û sizakirina tawanbaran ava bibe.
Û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Winda û Girtiyan Yasir Elferhan, daxwaza jihevxistina rijêma îşkencekirin û kuştinê li Sûriyê kir, daku biryarên Encumena Ewlekariyê û Komeleya Giştî cîbicî bibin, û veguhestina siyasî li welêt pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî