Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, biryareke nû da ji bo avakirina komîteyekê ji bo şopandina pêngava metirsîdar yaku saziya Polîsên Tawanên Navdewletî Interpol pê rabûye, û ofîsa xwe li bal rijêma tawanbar vekiriye.
Û li gor naveroka biryarê divê Komîte bi karê pêwendiyan li gel Interpolê Navdewletî rabe, û li ser bandorên biryarê yên metirsîdar raweste, û raporên rolane her hefteyekê yên girêdayî pêşdeçûnên vê doseyê ji Serokê Hevbendiya Niştimanî re pêkêş bike.
Û Komîte ji herdû Endamên Desteya Siyasî Nezîr Elhekîm û Ebdilbasit Ebdilletîf û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Mihyidîn Hermoş, û Ciniralê Sûrî Mufîd Enedanî yê ku berê serokatiya Ofîsa Interpolê li Sûriyê dikir û pişt re ji rijêmê veqetiyaye pêk hat.
Û biryara Serokê Hevbendiya Niştimanî piştî pêngava Interpolê ya seyr derbarê vekirina ofîsa xwe li bal rijêma tawanbar li sûriyê hat, Sûriya ku têde giropê tawanbarên li ser asta cîhanî serokatiya wê dikin, û di pêşî de serokê rijêmê Başar Esed û serokên şaxên ewlekariyê û rayedarên artêşê yên ku bi hezaran sivîlên bêguneh kuştine û çekên qedexe bi kar anîne û di pêşî de çekên kîmawî, yên ku îro divê navên wan di lîsteyên Interpolê de bin, ne ku Interpol bi xwe di hembêza wan kujeran de be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî