Encûmena xwecihî ya parêzgeha Dêrazorê hişyarî da li ser encamên bên bi sedema derbasbûna milîsên Îranê li parêzgehê, û dît ku ew yek wê bibe sedema zêdebûna nakokiyên mezhebî û tundrewiyê û zalbûna Îranê li ser derwazekê ku ji Tehranê bigehêje heta Beyrûtê.
Encûmena xwecihî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “piraniya xelkê Dêrazorê erebên sine ne”, û got ku rêdan bo kontrolkirina parêzgehê ji aliyê Rijêmê û milîsên Îranê yên ” mezhebperist” wê bibe sedema peydabûna doxeke neseqamgeriyê bo demeke dirêj bi sedema zêdekirina hokarên hevrikiya siyasî û zêdebûna nakokiyên mezhebî.
Û got ku bi zalbûna Rijêmê parêzgeha Dêrazorê ya ligel sînorê Îraqê û Badiyê ye, wê derfet vebe li pêşiya Îranê ji bo destê xwe deyne li ser derwazekî stratîjîk ji Tehranê heta Beyrûtê, û herwiha hişyarî da ku ev yek wê bibe sedema peydabûna guhertinên siyasî û dîmografî û peydabûna rengin din ji tundrewiyê li navçeyê.
Encûmena xwecihî amadekariya xelkê parêzgehê nîşan da ji bo rêvebirina karubarên xwe, û got ku ew yek ji parêzgehê pêşîn bû ku bi xwepêşandanên aştiyane li dijî Rijêmê rabû, û herwiha bi “şerê rizgariyê” li sala 2012 an de rabûn, û karîn 95% ji rûberê parêzgehê kontrol bikin, berî rêxistina DAIŞ kontrol bike.
Daxuyaniyê got ku heger Rijêm û Îran dijberiya rêxistina DAIŞê ji xwe re dikin behane, hêjaye bêjin ku xelkê parêzgehê berî herkesî li hember rêxistina DAIŞ rabûn, û daxuyaniyê dît ku bi beşdariya hêzên derveyî parêzgehê di şerê rizgarkirinê de wê navçe bikeve di nakokiyên siyasî û netewî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî