Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, tawankariyên li Dêra zorê û gundewarê wê dibin pirotesto kirin, û daxwaz kir ko hûrgiliyên wê aşkere bibin û vekolîneke bilez têde bibe û berpirsiyariya xwe hilgirin, bi taybetî ketina şehîdan û birîndarbûna sivîlan li ser destê hêzên Hevpeymaniyê ya gelek caran bûye bê ko kes bipirsan an yên pê rabûne siza bike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeke xwe de, doh înê, careke din amanckirina sivîlên Sûrî pirotesto kir, û ev zêdegavî anîn bîra aliyên berpirsiyar û aliyên civaka navdewletî û got ku ew tawankariyên cengê û binpêkirina yasaya navdewletî ne, û bêdengî beraber wan “mijareke nayê pejirandin û şerm e, û ew sedema sereke ye ji berdewamiya pêkanîna wan re”.
Û çalakvanan ji Dêra Zorê ragihandin ku qurbnî bi rengekî rojane bi balafirên Hevpeymaniya Navdewletî dikevin, û doh nêzî 100 şehîdî ketiye, piraniya wan jin û zarok in, ji encama bombebaranekê ku axilbe balafirên Hevpeymaniyê di ber de berpisyarin.
Ji hêleke din ve firokên dagîrkerên Rûs tawankariyên xwe derheqê sivîlên Dêra Zorê roja pêncşemê pêk anîne, û çend kuştar li herêmên corbicor li Dêra Zorê û gundewarê wê roja 14 eylûnê pêk anîne, û giha Meyadîn û bajarok û gundên Biqers û Tabiya û Cedîdet Begara, û bi kêmanî 50 sivîl şehîd ketine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê