Nîkî Hayilî balyoza Amerîka li NY ji rojnamevanan re got ku wê bizavên peydakirina aramiyê li Sûriyê berdewam bin ji welatê wê, û dît ku ev yek wê peyda nabe bi mana Bişar Esed serokê Rijêmê, û got ku wê Waşinton rê nede ku Tehran rabe bi serkêşiya karubaran yan rabe bi roleke serkêş di paşeroja Sûriyê de, û bal kişand ku “wê hîç rolekê serkêş ya Tehranê nebe bo gihandina ziyanê bi rewşa li Sûriyê”.
Hayilî got ku wê welatê wê bi awayekî bihêz û aktîv beşdar be ji bo bizavên peydakirina aştiyeke siyasî li Sûriyê, û wê rê nede bihêzkirina rola Îran, û herwiha Hayilî pêşbîniya wê yekê kir ku Bişar Esed nemîne li ser desthilatê.
Hayilî di dawiya daxuyaniya xwe de got: Em li Waşinton ” keyfxweş nabin heta Sûriyeke bihêz û aram nebînin, û ev yek tê bi wateya ku Esed wê nemîne li ser wî postî”, û got “bi baweriya min ku em hest bi mendehoşiyê nakin heta ku Sûriya aram û yekgirtî nebe û ev yek peyda nabe bi mana Esed”.
Hêjayê gotinê ye ku Amerîka li demekê pêştir nîgeraniya xwe nîşan dabû li hember zêdebûna bandora Tehranê li Sûriyê û belavbûna milîtanên wê li ser rûberekî berfereh li ser xaka Sûriyê, û nîgeraniya xwe nîşan dabû li hember beşdariya Tehranê di danustandinên Astana de yên derbarê dirustkirina navçeyên kêmkirina şer li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat