Filmek bi navê “xêzaneke sûrî” li holeka sînema Firinsî ji aliyê derhênerê beljîkî Fîlîp Van Lo hat pêşkêş kirin, û bi rêka wê êş û azarên xêzaneke sûrî ya bi rojekî bitenê dibin êrîşên leşkerî yên hêzên Esed de li ser navçeyên sivîl bi armanca serkutkirin û jinavbirina şoreşa Sûriyê.
Bi helkefta pêşkêşkirina filmê xwe, derhênerê wê got ku “di navbera sala 2013 an de ya têde min hizra çêkirin filim kir û sala 2017 an de ya min têde film pêşkêş kir, kirîza penaberên Sûriyê bû kirîzeke me tevan, lê me hêjî me nînin çi kilîtên zanîna ka çawa penaber gehiştin li vê derê”.
Van Lo got ku ” bi rêka diyarkirina ka çawa îro mirovê sûrî li welatê xwe dorpêçkirî dijî, min hewl da ku bi rêka vî filmî beşdar bibin bo zanîna sedemên koçberiya wan û sedemên bazdan û hatina wan li ber dergehên me”.
Filmê “xêzaneke Sûrî” jiyana rojekî bi tenê ya xêzaneke dorpêçkirî diyar dike ku bi durahiya yek kêlomitrî dûr dikeve ji taxa Mezê ya Şamê ya ku her tişt têde peyda dibe, hevdem ku ew xêzan bê av û elterîk û dibin guleyên sekvanan de dijî.
Ev film li Beyrûtê hatiye wênegirtin li xaniyekê teng de ku bi kutekî ekter dikarin tevbigerin, û li aliyekê din bi awayekî bilind dengê firok û hilîkopteran tê wek amaje bi êrîşên esmanî li ser wê deverê.
Filmê “xêzaneke sûrî” hestên rev û tirsê yên peyda dibin li rex mirovekî dorpêçkirî diyar dike, û derhêner bi hemû şiyanên xwe hewl dide bi rêka diyarkirina derdeseriyên xelkê Sûriyê dixwaze bêje ji gel û dewletên rojava re ku ev xelkên li ber dergehên we ne bi heza xwe hatine û daxwaza vehewandinê dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Elheyat