Encumana bilind ya rêvebiriya xwecihî di Hikûmeta Sûrî ya Demikî de di daxuyaniyeke xwe de got ku wê di riya encumanên xwecihî re kar kiriye û kar dike ji bo avakirina dezgehan, û bizavê dike ji bo dewletê ji destê talankerên wê derxîne, û bal kişand ser wê yekê ku hemi encumanên wan bi tevaya karînên xwe yên berdest ji bo xizmeta sivîlan kar dikin.
Û di daxuyaniya encumana bilind ya rêvebiriya xwecihî de hatiye ku 350 encumanên xwecihî yên bi ser 10 encumanên parêzgehan ve hene, ew helbijarî ne û li piraniya xaka Sûriyê hene.
Û her weha ncuman di daxuiyaniya xwe de got ku hikûmeta Sûrî ya demikî xwe veguhestiye hundurê xaka Sûriyê û li tevahiya deveran belav bûye, û berê û niha jî karê xwe yê pêşkêşkirina xizmetguzariyaên rastyeqîn di warên tenduristî û perwerde û çandiniyê û ji bilî wan jî de dike.
Û daxwiyaniya encuman tekez kir ku hikûmeta Sûrî ya demikî laşekî hevbeş û tevahî bi navê ” Encumana Bilind ya Rêvebiriya Xwecihî” ava kiriye, û ew di bin çavdêriya yekser ji aliyê hikûmeta Sûrî ya demikî de ye, û bi vê yekê karê hevtekûzkirinê di nev desteyên hikûmeta navendî û desteyên xwecihî de cîbecî dibe.
Û daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku ev serbora zengîn ya bi salan ne dikeve ser hev de, bi dehên hezarên şoreşgerên xwedankarîn di nav de hene, û bi vê yekê dibe bingeha rastyeqîn ji dezgehên sivîl yên azadkirî re, yên ku ew bi xwe yên gel in, û wan dezgehan gelek rewatî ji hêla xwecihî û navdewletî bi dest xwe ve anîne.
Û encuman di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew her dem kar ji bo yekbûna niştimanî û pêkanîna rêvebiriyeke sivîl a rastyeqîne dike, ji bo vegerandina avabûna dewletê, û red kir ku rêvebiriyek serkutkirinê bikar tîne ava bibe, anku redkirina damezirandina desthilateke serkutkar ya bihêle rêjîmek diktatorî bi rûyekî sivîl ava bibe.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiyê Niştimanî Sûrî