Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, serdana Komîteya Vegerandina Mafan li bajarê Efrînê yê gundewarê Helebê kir, û li karê Komîteyê ji nêz de temaşe kir, û pesnê rola wê ya giring di vegerandina mafan de bo xwdiyên wan û alîkariya wê di handana koçberan de ji bo vegerin mal û deverên xwe da.
Û Şandê Hevbendiyê ji endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiyê D. Bedir camûs, Behcet Eletasî û Mihemed Qedah û endamên Desteya Giştî, Necîb Rehmon û Ehmed Şihadî pêk dihat.
Û Şandê guhdarî li giringtirîn karên ku Komîte di warê vegerandina mafên welatiyan de pê radide û şopandina rewşê bi awayekî berdewam kir, û temînî li wan kirin ku ji ti biryara ku dikeve bercewendiya hevwelatiyan de venegerin.
Û Şandê Hevbendiyê xebatên ku Komîte pê radibe bilind nirxandin, û di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya kar bo vegerandina tevaya mafên xelkê bo xwediyan kir.
Û Komîteyê pirsgirêkên ku rastî wan tên di dema kar de û mîkanîzmên çareserkirinê û çareyên hatine pêşniyarkirin bo bipêşxistina kar û xizmetkariya welatiyan bi awayekî mezintir berçav kirin.
Û endamên Komîteyê tekezî li ser baweriya sivîlan bi karê wan kirin, û çi pirsgirêk dertê holê welatî xwe li wan digrin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî