Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Emîndarê Giştî, Heysem Rehmê, serdana Ofîsa Kombenda Serbixweyên Kurd li Efrînê kir, û karê Kombendê û rola wê ya giring di hevgirtina tevna civakî û çareserkirina pirsgirêkan de li deverê û belavkirina hişyariyê derbarê karên xirab yên ku rêxistinên teroristî pê radibin û hişyarkirina gel daku bi wan neyên xapandin, temaşe kir.
Û Şandê Hevbendiyê ji endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiyê D. Bedir Camûs û Behcet Eletasî û Mihemed Qedah û endamên Desteya Giştî Necîb Rehmon û Rêvebirê Ofîsa Hevbendiyê li gundewarê Helebê Ehmed Şihadî pêk dihat.
Û Rêvebirê Ofîsa Kombenda Serbixweyên Kurd li Efrînê, Azad Osman, şiroveyek li ser karê Kombendê û doz û pirsgirêkên ku xebatê ji bo çareserkirina wan li bajarê Efrînê û gundewarê wê dike pêşkêş kir, û li ser rewşa aborî û debara jiyanê li bakurê Sûriyê bi giştî axivî.
Û Osman tekez kir ku pêşketineke diyar di kartên ewlehî û aborî de li deverê heye, û got ku pirosesa vegerandina mafan bo xelkê didome, û wê jî hişt ku hejmarek mezin ji xelkê deverê yên koçber vegerin ser mal û zeviyên xwe, û hişt ku gotara şêwandin û tirsandinê yaku milîsên teroristî belav dikin bête redkirin.
Û amadebûyan pêşhatên pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî ya Sûrî û encamên gera ku Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê li Emrîka pê rabûne û hevdîtinên li gel serdar û diplomatên Ewropî gengeşe kirin.
Û Rêvebirê Ofîsa Kombendê, Azad Osman, pêşniyarek pêşkêş kir, û got ku dê baş be ger Hevbendiya Niştimanî Ofîsa xwe li deverê veke, daku dozên deverê li gel Kombendê bişopçne, û kar li ser çareserkirina wan pirsgirêkan di leztirîn dem de bike, û Emîndarê Gitî yê Hevbendiya Niştimanî D. Heysem Rehmê tekezî li ser giringiya vê pêşinyarê kir, û got ku ew dê di civata Desteya Siyasî ya dahatî de gengeşe bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî