Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiyê Salim Elmislit, îro, pêşwaziya Desteya Hevrêzkariya Niştimanî bi Serokatiya Hevrêzkarê Giştî Hesen Ebdilezîm li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Stanbolê kir.
Û ev civat li gor vexwendina ku Hevbendiya Niştimanî arasteyî Desteya Hevrêzkariya Niştimanî kiriye lidar ket, ji bo tekezkirina li ser yekîtiya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, û xebata ji bo kartêkerkirina rêyên çareya siyasî, daku têkeve xizmeta berjewendiya gelê Sûrî û doza wî ya rewa de, nemaze di dema ku doseya Sûrî li ser astên navxwe û derve rastî astengiyan tên de.
Û herdû aliyan di destpêka civînê de cextî li ser karê hevbeş yê Hêzên Rikberiya Niştimanî ya Sûrî kiriin, ji bo pêkanîna veguhestina siyasî yaku gelê Sûrî bendewarê wê ye, li gor biryarên Encumena Ewlekariyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, bal kişand ser ku pêdviya doza Sûrî bi zemîneke yekrêziyê heye, û tekezî li ser pêwîstiya ku civatên weha bibin bingeh ji berdewamiya kar û hevkariya ku dikeve xizmeta gelê sûrî û berjewendî û hêviyên wî de kir.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Giştî yê Desteya Hevrêzkariya Niştimanî, tekez kir ku doza Sûriyê rastî gelek astengiyan tê, û divê li ser wan were rawestan. Wek hewldanên biserxistina rijêmê, û yekrêzkirina nerînên rikberiyê, û ew tev jî hewcedarî xebatê ne, ji bo gihiştina nerîneke hevbeş a li gor hêviyên gelê Sûrî be.
Û xiştekara civatan ji gengeşekirina encamên gera şeşemîn ji danûstandinên Komêteya Destûrî, û nirxanidina pirosesa siyasî yaku Netewên Yekbûyî sponseriya wê dik pêk tê. Û Hevbendiya Niştimanî dê nerîna xwe derbarê pêşeroja pirosesa siyasî di dema astengkirina rijêmê jêre û berdewamiya rijêmê di bijardeya leşkerî de di riya pêkanîna tawanên hovane re, wek bombebaran û koçberkirina nişteciyan û dijminkariya li ser avahiyên sivîlan berçav bike.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser erkê civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî di cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê de, û kartêkerkirina pirensîpa desttêwerdana mirovahî kir, daku nehêlin ku Rûsiya VETO bo rawestandina alîkariyên mirovahî bikar bîne, û cîbicîkirina pirensîpa berpisyariyê daku giyanê Sûriyên li deverên rizgarkirî rizgar bike, her weha doseyên mirovahî yên giring yên ku dê bên behskirin, wek: Serbestberdana girtiyan, û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên bi kotekî, û parastina penaberan ji vegerandina kotekî, ji ber ku hîn raporên navdewletî balê dikşînin ser ku metirsî li ser jiyana kesên ku bi kotekî vedigerin sûriyê heye.
Û herdû aliyan tekezî li ser rijdiya herdû aliyan ku civatên weha bi encamên ku gelê Sûrî û Hêzên Şoreşa Sûrî jê razî bin derkevin kirin, û piştgiriya gel ji vî karî re kom bikin, daku hêviyên gelê Sûrî di rizgariya ji stemkariyê pêk werin, û bighînin dewleta hemwelatî û yasayê li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên pêve girêdayî û di serî de biryara 2254.
Û di civatê de ji aliyê Desteya Hevrêzkariyê ve: Hind Bozo, Îyad Elteqî, Mihemed Elî Elsayix, Mihemed Else’idî, Yehya Ezîz, Mihemed Ebdilkerîm amade bûn, û ji hêla Hevbendiyê ve: Ruba Hebûş, Heysem Rehmê, Ebdilmejîd Berekat, Hadî Elbehra, Enes Elebde, Bedir Camûs, Farok Teyfor, Riyad Elhesen, Ebdellah Gedo, Ebdilbasit Ebdilletîf û Ehmed Remedan amade bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî