Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, duh, li baregeha Hevbendiya Niştimanî, pêşwaziya Balyozê Firansî Herve Megro kir. Bi amadebûna Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, û bi hev re behsa dawîtirîn pêşketinên siyasî û meydanî û pirosesa siyasî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê rola Firansayê di piştgiriya gelê Sûrî û daxwazên wî yên mafdar û di şerî dijî sitemkariyê da, û cextî li ser giringiya rola Firensî û ya Yekîtiya Ewropî di piştgiriya pirosesa siyasî û veguhestina siyasî de li Sûriyê kir, her weha di warê piştgiriya doseya lêpirsîna navdewletî û sizakirina tawanbarên cengê li Sûriyê, û di pêşî de Beşar Esed û sembolên ku bi rijêma wî ve girêdayî ne.
Û Balyozê Firansayê tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe ji doza gelê Sûrî re ji bo pêkanîna hêviyên wî yên rewa di azadî û rûmetê de kir, û cext kir ku tu çareya siyasî tune ye bêyî cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê û di serî de biryara 2254an, û bal kişand ser ku pêwîst e pêşniyarin piratîkî yên ku divê di qonaxa niha de pê rabin ji bo livandina ava pirsa Sûriyê ya rawestyayî, bêtin pêşkêşkirin.
Û Balyozê Firansayê bal kişand ser ku stratîciya niha ya Hikûmeta Firansî giringiyê dide sê xalên sereke ew jî ev in: Parastina helwesta qayim ya Yekîtiya Ewropa di warê nûavakirinê de, baweriyê bi Emerîka re çêbikin ku mîkanîzmin cîbicîkirinê ji biryarên Netewên Yekbûyî re bibînin, û nameyan ji dewletên ereb re bişînin têde hişyariyê bidin ji dubarekirin û normalkirna têkliyan bi rijêmê re.
Û di mijara ku pêve girêdayî de, Serokê Hevbendiyê daxwaza pêşkêşkirina piştgiriya navdewletî ya cidî ji Firansayê û Yekîtiya Ewropa kir, ji bo ku bi hezarên girtîyên di zîndanên Esed de werin berdan, nemaze yên jin û zarok di nav wan girtiyan de, û tekez kir ku serbestberdana girtiyan ji zindanên rijêma kujer di pêşiya her mijarê de ye, ji ber ku rijêm bi hezaran jin û zarok û bi dehên hezaran mêr girtine, û Elmislit got ku hovîtiya kiryarên rijêmê li gel girtiyan îro ji kesî nayê veşartin, nemaze piştî ku wêneyên girtiyên jin û mêrên ku di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dane ji hêla Qeyser ve derketine derveyî Sûriyê.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, li ser giringiya piştgiriya ku Hikumata Firansî bo gelê Sûrî û doza wî ya rewa pêşkêş kiriye axivî, û tekez kir ku çare li Sûriyê ne di riya biserxistina rijêmê re ye, lê ew dê tenê di cîbicîkirina biryara 2254an re be.
Û herdu aliyan behsa hejmarek ji dozan kirin, wek serhişkiya rijêmê û astengkirina wê ya berdewam ji pirosesa siyasî re, û pêwîstiya piştgiriya Hikumeta Firansî ji doseya Sûrî re di hundir saziyên civaka Ewropî û navdewletî de, ji bo ku dest bi vekirina tevaya rêyên pirosesa siyasî bibe, û fişar li ser hevalbendên rijêmê zêde bibe, ji bo ku tevaya biryarên Encumena Ewlekariyê û di serî de biryara 2254an cîbicî bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî