Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Baweriya sûriyan ji berê de bi birayên wan ên ereb heye, derbarê pabendiya bi biryarên Komkara Erebî û helwestên gelên ereb li gor yasaya navdewletî û biryarên navdewletî di warê çareya siyasî de li Sûriyê û têkliyên li gel rijêma kujer.
Em hîn bawer in ku birayên me yên Dewleta Îmarat dê vegerin helwesta erebî ya yekrêz, û nabin alî an rê ji çi hewildana biserxistina rijêma kujer û xwîndar ya ku bi milyonan Sûrî koçber kirine re, û rijêma ku bi sedhezaran ji wan bi bombebaran û bidarvekirinê û di bin îşkenceyan de kuştine.
Îmarata Erebî ya Yekbûyî bi hikûmet û gelê xwe ve li kêlek gelê Sûrî di xebata wî de rawestiya, û piştgiriya wan bi helwestên siyasî û diplomatîk û yasayî û hawarçûnê kiriye, û me hêvî ji birayên xwe yên Serdariya Îmaratê dikir ku gavekê wek vê destpêşxiriyê bavêjin.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser retkirina çi pêwendiyan li gel rijêma kujer û tawanbar dike, û cextiyê li ser metirsiya bizava destdanan rijêma kujer dike, ji ber ku serboriyên dirêj tekez kirin ku ev rijêm hevalbendiyê tenê bi kujer û tawanbaran re dike, û ew bizavê dike ku pilana Îranê ya têkbirina ewlehiya deverê û lêdana aramiya wê cîbicî bike.
Sûrî çaverê yê helwestên li gor hişmendî û mêrxasî û dûrbîniya Zanayê Ereban Şêx Zayid dilovaniya xweda lê be ne, di riya vegera helwesta bîrewer re û pabendiya bi pirensîpên yasaya navdewletî û mirovahî û sincî, û rawestana li kêleka dozên mafdar.
Riklama ji dubarekirina têkliyan li gel rijêma Esed ya tawanbar re mîna şaştiyeke stratîcîk û riswakirî ye, û liva berve asoyeke girtî ye, ji ber ku çi pêşeroj ji vê rijêmê re tune ye bêyî dadgeh û zîndanan, û kes nikara rewatiyê bide çeteyên ku di ber bi milyonan qurbanî û girtî û xelkên koçberkirî de berpisyar e, rijêma ku komelkujî bi çekên kîmawî û bermîlên teqîner pêk anîne.
Çi hewildana bo biserxistina rijêmê tê wateya xelatkirina kujer û tawanbar û hevalbendên wê, û wek piştgirêyê ji pirojeya ku dixwaze stemkarî û gendelî û terorê biçespîne re ye, û ew jî dê tenê wek piştevaniya pirojeya Îranî be, yaku li ser tevaya deverê bûye kabûs. Biserxistina Esed tê wateya piştgiriya pilan û pirojeyên Tehranê di hemû deverên erebî de, û bihêzkirina derbaskirin û desthilatdarî û xurtkirina desttêwerdanên wê ye, ew jî wek gunehkariyeke stratîcî ye.
Pêdviya doseya Sûriyê bo livandin û bidawîkirina kêşeyan ne di riya destpêşxeriyan an pêngavên yekalî û bê pîvan re ye, û çi çare biser nakevin bêyî di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî re, û sizakirina tawankarên cengê û misogerkirina ku tawanbar ji sizayan rizgar nebin, li kêlek karê bo veguhestina Sûriyê berve sîstemeke siyasî ya sivîl û nû li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryara Encumena Ewlekariyê 2254an.
Ji Dewletên erebî tê xwestin ku berpisyariyê derbarê livandina civaka navdewletî û Encumena Ewlekariyê û aliyên navdewletî yên çalak berve avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya vebir hilgirin, di riya sizayên li gel rêşûnên piratîkî yên di çarçoveyeke demnîşankirî de bo rawestandina Tawana berdewam li Sûriyê û bidawîanîna derdeseriyên bi dehên hezaran ji girtiyên di zîndanên rijêmê de û misogerkirina vegera ewle ji koçberan re.
Şoreşa Sûrî berdewam e, û Sûrî pişta xwe bi maf û dad û rûmetê girêdidin, û ew têkoşîna xwe didomînin, û dikarin alavên bidestxistina serkeftinê biafrînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
11 çirya paşîn 2021